Çekdarên Hemasê bi sedan fûze berdane aliyê Îsraîlê. Botan Times ji medyaya navneteweyî agahîyan ji bo we berhev dike
- * REUTERS: Ji xelkê Îsraîlê herî kêm 200 kes mirine, zêdetirî hezaran hatine birîndarkirin û gelek kes hatine revandin
- * NBC: Hemasê zêdetirî 2 hezaran fûze berdane Îsraîlê
- * The Guardian: Wezareta Parastiyê ya Îsraîlê piştrast dike ku leşkerên wan hatine revandin
- * France 24: Herî kêm 70 kesên ji Îsraîlê û 232 kesên ji Xezayê hatine kuştin
- * NY Times: Wezareta Saxlemîyê ya Îsraîlê eşkere kiriye ku jimara birîndarên li nexweşxaneyan 1452 ye. Birîna 267 kesan giran e.
- * The Jarusalem Post: Talîbanê ji Îranê xwestiye ew rêyê bidin wan da biçin alîkarîya kampanyaya terorîzmê bikin
- * Tasnim: Ev operasyona herî serkeftî ya Hemasê li dijî Îsraîlê kirî ye
- * CNN International: Joe Biden “Dewletên Yekbûyî li pişt Îsraîlê ye”
Benjamîn Netenyaho, serokkomarê Îsraîlê piştî êrîşê got “em di şerî de ne û em ê bi ser bikevin.”
Li Îranê xelkê li kolanan dest bi pîrozkirina êrîşa li dijî Îsraîlê kiriye. Ji aliyê dî ve Tirkiyeyê xwestiye herdu alî bisekinin û welatên wek Amerîkayê piştgirîya xwe ya ji bo Îsraîlê eşkere kiriye.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.