Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Helbestvanek û Cejnek

21/03/2024

Êdî Newroz ne tenê cejna behar û seyranê bû; rojeke nû ya miletekî bû ku bapîrê wan ê serfiraz di vê rojê da zora zordarekî xwînmij biribû û mirovên belengaz ji bin destê wî yê gemar rizgar kiribû. Bi vê ruhîyetê Pîremêrdî coşa Kaweyî mîna agirekî xist nav hinavên xortên kurd da ku di rojên giran da bi eşq xwe biavêjin hembêza mirinê û dema pêwîst bike keçên xama jî di rojên xîret û namûsê da singên xwe bikin mertalên bergirîyê li hember êrîşên neyar û dilreşan.

***

Dema ku rastî mîna qîrekê bi mirovan ve dinûse û jîyanê li wan dike jehr, xewn û xeyal dibin rastîyeke şîrîn a alternatîf û bêhn didin ber wan. Di rewşeke wesa da xeyal ji bo mirovan dibe hêzeke mezin, wan ji destê rastîya tehl rizgar dike, berê wan dide armancên bala û nahêle di bin barê vê rastîya reş û tarî da têk biçin. Ji vî alîyî ve helbestvan xeyalbazên bêwêne ne ku dikarin di zindanên teng da xewna bihişteke berîn bibînin û li hember rastîya bendkirî, xeyala azad di ruh û hişê mirovan da biçînin.

Ji vir sed sal berê dema ku taybetmendî û nerîtên kurdbûnê di nav ronakbîrên kurd da dihatin gengeşekirin û behsa pêwîstîya rojên neteweyî dihat kirin, helbestvanek derket û bi rêya bîranînên xwe yên zaroktîyê û hin palpiştên din ên çandî xwe gihande rûdaneke efsaneyî û li ser keresteyên çîrokeke mîtolojîk xewn û xeyalên neteweyekê raçand. Belê ji bo neteweyeke bindest lê azadîxwaz pêwîstî bi çîrokekê hebû ku di dawîya wê da xeyala azad zora rastîya bihêz dibir, textê serdestîya wê werdigerand û direfşa xwe li ser dimilmiland. Ji bo vê mebestê ji çîroka Kawe û Dehaqî baştir nebû ku di dawîyê da hesinkarekî jirêzê pişta padîşahekî zordar dadianî erdê û ew têk dibir.

Muxeyeleya helbestvanan malzarokeke berhemdar e ku dikare ji dendikeke coş û vînê şitilê dareke mezin şîn bike. Pîremêrdê helbestvan jî weha kir. Madem pêwîstîya kurdan bi rojeke neteweyî hebû, divê vê rojê; me bi pêşîyên me yên serfiraz ve girê bida, serborîyên wan ên serwerîyê bi bîr bianîya, hêz bida dema niha, taqeta xweragirîya nifşên îro zêde bikira, bibûya dendika xewnên paşerojê û nifşên dahatî hînî lorîkên azadî û serfirazîyê bikira. Bi vê riwangehê Pîremêrdî, Kawe wek bavekî mîtolojîk zindî kir û wek bizirekî di hiş û xeyala kurdên hevçerx da çand.

Pîremêrdî dema ku pêsîra xwe ji rastîya qetranî ya Stenbolê rizgar kir û berê xwe da Silêmanîyê di hiş û dilê wî da ev raman diçilvilîn. Ji ber vê terka mal û minal û postên dinyayê kir û hemû jîyana xwe da ser şînkirina van dendikên xeyalbaz da ku di paşerojê da bibin rastîyên dilxweşker û bêhnveker. Belê coş hêzeke gîyanî ye ku dikare destê mirovê destkurt dirêj û rengûrûyên wî yên zermixî geş bike. Pîremêrdî jî bi vê coşa xwe ya mezin destekî xwe dirêjî weşangerîyê kir û bi destê din jî li Komeleya Zanistîyê zarokên bêkes û hejar hînî xeyalbazîya azad kir.

Li ser vê bingehê di destpêka salên 1930an da li Jîyanê dest bi nivîsîna helbestên newroznameyî kir û bi rêya van helbestan ev cejna dêrîn bi taybetmendî û karaktera kurdan ji nû ve ava kir. Belê êdî Newroz ne tenê cejna behar û seyranê bû; rojeke nû ya miletekî bû ku bapîrê wan ê serfiraz di vê rojê da zora zordarekî xwînmij biribû û mirovên belengaz ji bin destê wî yê gemar rizgar kiribû. Bi vê ruhîyetê Pîremêrdî coşa Kaweyî mîna agirekî xist nav hinavên xortên kurd da ku di rojên giran da bi eşq xwe biavêjin hembêza mirinê û dema pêwîst bike keçên xama jî di rojên xîret û namûsê da singên xwe bikin mertalên bergirîyê li hember êrîşên neyar û dilreşan.

Pîremêrdî bi nivîsîna newroznameyan qîma xwe neanî û bi rêya zarokên Zanistîyê ev cejn wek rîtuelekê jî zindî kir. Ji ber vê her sal dema ku roja Newrozê dihat cilûbergên kurdewarî li van zarokan dikir, dida pêşîya wan, bi dahol û zirneyê li nav bajarê Silêmanîyê digerîya, şekir û şîrînî li xelkî belav dikir û berê bajarîyên xwe dida ser Girê Mame Yareyê. Bi vî awayî Girê Mame Yare kir meydana festîvalekê ku li ser vî girî ji alîyekî ve helbest dihatin xwendin, ji alîyekî ve çîroka Kawe û Dehaqî wek lîstikeke şanoyî dihat temsîlkirin û ji alîyê din ve jî govend û dîlan dihatin gerandin.

Herçend ji ber gêrana ahenga Newrozê gelek caran bi agirperestî û Zerduştîyê hat tawanbarkirin û car bi car cejn lê hat qedexekirin jî ranewesta. Li ser vê rêça xwe ya bawermendane, di nav çend salan da ruhekî nû da Newrozê û bi rastî jî ev cejna ku ji alîyê hin neteweyên din ve jî dihat pîrozkirin bi taybetmendîyên kurdan karakterîze kir, rengûrûyên dîrokî û serdemî yên kurdan da vê cejnê û ji her kesî zêdetir kir ya miletê xwe. Bi vî awayî hêza muxeyeleya helbestvanekî û coşa dilê wî bû rastîyeke mezin û li hemû cîhanê deng veda. Niha li ber agirê vê rastîyê ku çirîska wî ya pêşî di xeyala helbestvanekî da pêketibû, miletek gîyanê xwe germ dike, mîna çemekî boş dicoşe, bi daxwaza azadîyê sermest dibe û muhasebeya xwe ya duh, îro û siberojê dike.

Gîyanê Pîremêrdê mezin şad be û cejna zarokên wî hertim pîroz û geş be.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.

Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.

Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya