Helbestvan û Ziman

Zimanê kurdî heta radeyeke baş bi saya xêr û bereketa van helbestvanên reng-kahîn, gîyan-pêxember û hiş-ronakbîr li ser pêyan maye. Eger hîn jî alaya me dimilmile ji ber vîzevîza bayê xîreta wan e û eger hîn jî doza me dil û hinavan dişewitîne ji ber “xewndîtin û xewnçandina” wan a berdewam e.

***

Helbest di nav cureyên din ên edebî da cureyê herî konsantre, saf û gewherî ye ku ji qaşik û qaşûlên zêde hatîye şemirandin. Ji ber vê taybetmendîya wê, mirov herî zêde bi rêya helbestê hest bi aromaya zimanî dike. Di vê manayê da mirov dikare bibêje ku helbesta zimanekî gewhera wî ya nasnameyî, gîyanê wî jîndarîyê û koda wî ya cîyakerîyê ye ku wî ji hemû zimanan vediqetîne. Helbestvan wek zêrînger û karkerekî kana zimanî, piştî xebateke dûrûdirêj û şevnixûnîya salan xwe digihîjîne gewhera zimanî û ji ber vê keda zêde berhema ku derdixe holê, dibe sertaca hemû berhemên din ên zimanî. Lewra çawa ji bo derxistina zêrî divê bi tonan ax û madenên din bên jendin û vavartin, helbestvanekî rasteqîne jî bi salan di nav deryaya deng, peyv, gotin û risteyan da digere, bi bal û hestyarîyeke hûrbijarî ristika gotinan dirêse û vê keda xwe di forma helbestê da pêşkêşî hunerhezan dike. Ji ber vê cîyawazîyê heta van salên dawî jî gelek nivîskaran ji bin ve zikreşîya helbestvanan dikir û helbestvanî di dil û hinavên gelekan da wek girêyeke aloz xuya dikir.

Helbest ji cureyên edebî yên din kurttir û puxttir e û ev taybetmendî, hunera helbestê dijwartir dike. Lewra her bêjeyeke helbestî ji nav komeke bêjeyên din ên zimanî bi mebest tê vebijartin ku xwedî çend rûyên cîyawaz e. Loma jî ji bilî manaya wan, bêjeyên helbestî carinan ji ber dengê xwe, carinan ji ber rengê xwe, carinan ji ber çêja xwe, carinan ji ber bîranîna xwe, carinan ji ber dîroka xwe û carinan jî ji ber xeml û xêza xwe tên tercîhkirin. Di vê manayê da helbest piçek muzîk, parîyek wêne, hinek mîtolojî, tozek rewannasî, parek felsefe û xîçek jî dîn e. Helbestvan ji hemûyan bêhn û tehmekê werdigire û di gîyanê zindî yê helbestê da di navbera wan da kombînasyoneke nû çê dike. Ji ber vê di têgihîştina helbestê da ji pirsyara “çi”yê zêdetir “çima” û “çawa” giring in. “Çi” tenê dide ser şopa manayê ku gelek caran ferheng bersiva wê didin lê “çima” û “çawa” paşxaneya nexuya ya pêkhateyên helbestê vedikolin û bala me dikêşine ser çawanîya pevgihîştina avzêmên helbestî û sedem û armancên pêkhateyên wê yên hilbijartî berbiçav dikin.

Hemû mirov di nav zimanî da dijîn û ziman dayika civakîbûna me hemûyan e. Lê piranîya mirovan mîna masîyan ji bîr dikin ku di nav deryaya zimanî da dijîn û ji hebûna wê gelek caran xafil dibin. Lê nivîskar bi giştî û helbestvan jî bi taybetî, bi hiş û hestên xwe hertim di nav zimanê xwe da dimilmitin û tu car hebûn û zindîbûna wê ji bîr nakin. Lewra ji mirovên asayî cudatir helbestvan û nivîskar ne tenê zarokên zimanî ne, di heman demê da afirîner û zayînerên zimanê xwe ne jî. Bi rêya hiş, dil û xeyala xwe berdewam tovên nû datînin malzaroka zimanî da ku ji alîyê kûrahîyê ve dara zimanê wan rehên xwe berde erdê. Ji vî alîyî ve helbestvan zarokên wefadar ên zimanê xwe ne ku xwîn û gîyanê ku jê werdigirin wek emaneteke pîroz careke din lê vedigerînin û aşê zindîbûna wê hertim bi xebatên xwe digerînin û nahêlin zimanê wan ji kar bikeve.

Ji ber vê helbestvan wek gewhernas û xiznegeran berdewam di nav lêgerîn û vekolînê da ne, gotinên xas û giranbiha ji nav gend û gemara bîrkorî, bêfamî, dilhişkî û bêtoretîyê paqij dikin û di kargeha hiş, dil û xeyala xwe da dixine nav kiras û dirûvên nû ku em jê ra dibêjin helbest. Ji ber vê, gotinên ku di nav helbesteke bilind da cih digirin, gotinên bazarê bin jî ji alîyê qîmeta xwe ve bilind û giran dibin. Lewra bi “sîkeya şahekî şahrewa” tên qîmetdarkirin, bi hîkmeta hişekî hişyar tên perwerdekirin, bi germîya dilekî pak tên pijandin û bi azadîya xeyaleke bilind tên firandin. Ji ber vê ye ku raman bi bayê bezê li dora hişê van “mîrên peyvê” dibin perwane, evîn bi asûdeyî “pala xwe dide dilê wan” û azadî herî zêde di xeyala wan da manaya xwe berceste dike û digihîje kemala xwe.

Ji vî alîyî ve helbestvan taybetmendîyên kahîn, pêxember û ronakbîran di kesayetîya xwe da kom bikin. Em dikarin bibêjin ku pêşbînîya xwe ji kahînan, hîkmeta xwe ji pêxemberan, hişmendî û bîrtûjîya xwe jî ji ronakbîran mîrat digirin. Ji ber vê ev hemû jî piştî demekê dibin sifetên wan ên dîyar. Loma jî carinan mîna kahînan ji xeybê diaxivin, li ser rêça pêxemberan bi gotinên xwe şoreşan li dar dixin û nola ronakbîran dibin ronahî û rêberîya civakê dikin. Lê hemû ev taybetmendî û sifet tu car nakevin pêşîya zêrîngerîya wan a zimanî. Em dikarin bibêjin ku heta helbestvanên zimanekî hebin ew ziman zindî û parastî ye. Lewra helbestvan “serbazên winda” yên zimanan in ku zimanê xwe li hember dagirkerîya zimanên serdest diparêzin, di demên bêxwedîtî û bêkesîyê da “durên wê” dibiriqînin û “belaxet”a wê ya veşartî bi gotin û karên xwe derdixin meydanê.

Zimanê kurdî heta radeyeke baş bi saya xêr û bereketa van helbestvanên reng-kahîn, gîyan-pêxember û hiş-ronakbîr li ser pêyan maye. Eger hîn jî alaya me dimilmile ji ber vîzevîza bayê xîreta wan e û eger hîn jî doza me dil û hinavan dişewitîne ji ber “xewndîtin û xewnçandina” wan a berdewam e, eger kurdî hîn jî hêlîna biewleya evînê ye ji ber germîya kûreya dilê wan e û eger hîn jî hêvî di dilê me da mabin ji ber xuşexuş û lemelema çemên hestên wan e. Ji ber vê divê tu modeyeke serdemî aşê helbesta kurdî ranewestîne, divê hostayên me sil nebin, dest ji karên xwe yên pîroz bernedin û kêmîya xwendevan û kiryaran nebe sedema talanfirotina gewherên wan ên giranbiha. Lewra dema ev kanî bimiçiqe gotina me lawaz dibe, awazê me qels dikeve û zimanê me ji pêşengên xwe yên herî dilsoz û cegerpola bêpar dimîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir