Helbestkar Selîm Temo dê li Vîyenayê gotûbêjekê bike

08/10/2024

Lêkoler, helbestkar û akademîsyen Selîm Temo dê li paytexta Awistiryayê li Vîyenayê, bi serenavê Wêjeya Kurdî li Sirguniyê, gotûbêjekê bike û kitêbên xwe bo haziran îmze bike.

Gotûbêj bi hevkarîya Komeleya Kurdî ya Çand û Entegrasyonê li Vîyenayê, tê amadekirin.

Gotûbêj 26ê Cotmehê saet 18:00an dest pê dike.

Du salan piştî kitêba Temoyî ya bi navê Pûnga li Bajêr, kitêba wî ya dawî ya helbestan 112 Hesp û Xezelek, Cotmeha 2023yan ji alîyê weşanên Darayê ve hat çapkirin ku wî di kitêba xwe da navên 361 hespan anîne û ji wan li ser 112 hespan helbest nivîsîne.

Çendîn helbestên helbestkar Temoyî bo çendîn zimanên bîyanî hatine wergêran.

21 helbestên Selim Temo hatine wergêran bo ingilîzî û ligel zimanê wan yê resen kurmancî, wekî bijarteyekê ji alîyê weşanxaneya Pinsapo ve hate çapkirin.

Selîm Temo li ser hesaba xwe ya Xê dabû zanîn ku bijarteyeka helbestên wî bi navê “Nightlands” ji alîyê Zêdan Xelef ve Alana Marie Levinson-LaBrosse bo ingilîzî hatine wergêran ku edîtorîya wê ji alîyê Öykü Tekten ve hatîye kirin.

Tîrmeha 2023yan 6 helbestên Temoyî ji kurdî bo spanyolî ji alîyê Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatine wergêran. Helbestên hatî wergêran di kovara Este Paisê da bi sernavê “Poesia kurda: 6 Poemas de Selîm Temo” (Helbesta Kurdî: 6 Helbest ji Selîm Temoyî) hatine weşandin. Kovara Este Paisê, yek ji kovarên edebî ya spanyolî ye ku 32 sal in tê weşandin.

Herwiha, heman mehê, helbesteka din ya Temoyî “Li Roboskê” bo zimanê baskî ji alîyê Fito Rodrigez ve hate wergêran.

Yek ji zimanê din yê ku helbesteka helbestkar Selîm Temo bo hatî wergêran îtalî ye. Helbesta “Batirsonekê Nav Kunciyan” ji alîyê Francesco Marilungo ve bo îtalî hat wergêran.

Kitêbên Selîm Temo:

Sê Deng (helbest)

Jubile – Toplu Şiirler

Keştiya Bayê (helbest)

Horasan Kürtleri (dîrok)

Çiftlere Cinayet Dersleri (roman)

Punga Li Bajêr (helbest)

Mem İle Zin (wergêr)

Cemal Süreya Şiirinde Beden ve Erotizm (edebîyat)

112 Hesp û Xezelek (helbest)

Türk Şiirinde Taşra (lêkolîn)

Ruhun Bedenî (lêkolîn, nivîsar)

Kürt Şiiri Antolojisi (du cîld)

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat