Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Helbestkar Dost Çiyayî tê bîranîn

25/07/2023

Helbestkar Dost Çiyayî di 20emîn salyada koça xwe ya ebedî da tê bîranîn.

Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê bi bernameyeka muşterek dê helbestkar û wergêr Dost Çiyayî bi bîr bînin.

Bernameya bîranînê dê 29ê Tîrmeha 2023yan, saet 17:30an li Mêrdînê, li Komeleya Çand û Hunerê ya Qoserê pêk bê.

Helbestkar Dost Çiyayî havîna sala 2003yan, wextê bo festîvala Dêrsimê ji Diyarbekirê berev Dêrsimê diçû, li ser rêya Diyarbekirê di qezayeka trafîkê de canê xwe ji dest dabû.

Dost Çiyayî kî ye?

Helbestkar û wergêr Dost Çiyayî (Mahmut Çaça) sala 1972an li gundê Qelendera Mêrdînê hat dinyayê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Sala 1991an kete Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Sala 1992an êşa gurçikan lê hasil bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê, kete komayê. Di demeke ku her kesî jê hêvî birî de, li jiyanê vegeriya. Ev bûyer, li ser fikar û jiyana wî rêçeke domdarî hişt. Sala 1995an ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn bû û dest bi kar kir. Di heman salê de jî zewicî. Bi navê Baz lawekî wî çêbû.

Dost Çiyayî dîwaneka bi navê Qetran (Avesta, 2005) û wergera dîwana Metin Kaygalak ya bi navê Bîra Rûyê Min (Avesta, 2005) hene.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan