Helbestên bi zimanê Spanî yên Bextiyar Elîyî hatine weşandin


Navenda Nûçeyan
Kovara Spanî ya bi navê Círculo de Poesía-yê helbestên Bextiyar Elîyî weşandine.
Ji bo cara yekê çend helbestên romannivîs, helbestvan Bextiyar Elî di kovareke navdar a wêjeyî ya Amerîkaya Latîn de bi zimanê Spanî tên weşandin.
Wergêr û nivîskarê kurd Zhyar Homer bi hevkariya helbestvanên Amerîkaya Latîn helbestên helbestvanên kurd wergerandine spanî.
Homerî ji Kurdsat re wiha gotiye:
“Ev yekem car e nivîsên Bextiyar Elî bi zimanê spanî tê weşandin û haya nivîskarî bi xwe jî ji wergerê heye.”
Wî got ku werger di kovara Círculo de Poesía de hat weşandin, ku niha jêdera herî pir tê xwendin û çêtirîn e ji bo xwendina helbestn bi Spanî ye.
Çavkanî: Kurdsat
Kurmancîkirin: Tubanûr Dumanli