Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hejmara rojnamevanên desteserkirî bûye 9

28/11/2024
Foto/Photo: Botan Times/Murat Bayram

Roja 26ê Çirîya paşiyê ya sala 2024ê Serdozgeriya Komarî ya Eskîşehirê dema desteserkirina 9 rojnamevanan rojekê dirêj kiriye. Herî dawî rojnamevana azad Havin Derya li Antalyayê hatiye desteser kirin.

Veguhastina Eskîşehirê bi awayekî ne mirovî pêk hatiye

Rojnamevanên ku li Stenbolê hatine desteser kirin, êvarî bi wasiteyeka polîsan hatine veguhastin bo Eskîşehirê. Di dema rêwîtiya 8 saetan de rojnamevan bi kelepçe hatine girêdan û destûr nehatiye dayîn ku bi hev re biaxivin.

Parêzeran îtiraz kirine

Parêzerên bianetê ji bo rojnamevana xwe Tuğçe Yılmaz îtirazeka hiqûqî pêşkêş kirine. Parêzer Deniz Yazgan Şenay gotiye ku ji ber nehînîbûna lêpirsînê, negihîştine dosyeyê û ev yek ne li gor hiqûqê ye.

Îtiraz di 3 saetan de hatiye red kirin

MLSAyê ji bo rojnamevan Erdoğan Alayumat îtirazek pêşkêş kiriye. Lê Dadgeha 2. ya Cezayê Aştiyê ya Eskîşehirê di nav 3 saetan de ev îtiraz red kiriye. Li gor dadgehê, desteserkirin ji ber “endamtiya rêxistinê” pêk hatiye.

Desteserkirina rewşenbîr û hunermendan

Di nav kesên hatine desteser kirin de gelek rewşenbîr û hunermend jî hene. Derhêner Ardin Diren, helbestvan Hicri İzgören, nivîskar û wergêr Ömer Barasi, karîkaturîst Doğan Güzel û hunermendê wêneyê Emrah Kelekçier ji wan in.

Li Diyarbekirê rewş cida ye

Rojnamevanên ku li Diyarbekirê hatine desteser kirin, nehatine veguhastin bo Eskîşehirê. Tê payîn ku îfadeya wan îro were girtin.

Çavkanî:

  • Botan Times
  • bianet

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan