Hejmara penaberên ji Ukraynayê çûne Polonyayê nêzî 2 milyonî dibe

17/03/2022

Servîsa Parastina Sînor a Polonyayê vê sibehê ragihandiye ku ji destpêka şer û vir ve nêzî 1,95 mîlyon kes ji Ukraynayê reviyane Polonyayê.

Li gorî lêkolînerê Koçberiyê yê Zanîngeha Varşovayê Prof Maciej Duszczyk, zêdetirî nîv mîlyon mirovên ku hatine Polonyayê ji welatê xwe derketine û biçin welatên din.

Ajansê got ku tenê roja Çarşemê 60,000 kes sînor derbas kirin. Ev tê vê wateyê ku ji Sêşemê 11% daketinek hebû.

Ji saet 09.00ê sibehê pêve 12 hezar kes ji Ukraynayê derbasî Polonyayê bûne. Di heman demê de roja Çarşemê ev hejmar bûye 13 hezar û 600. Piraniya penaberan çûne bajarên mezin ên wekî Varşova, Krakov û Wroclawê.

Çavkanî: BBC


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

ÎHDyê di derbarê mîtînga 8ê Adarê ya roja jinan de raporek weşandiye

Weşana paşê

Eren Keskîn: Em dixwazin hevalên me yên jin bên berdan

Te hay ji vê heye?