Hejmara nû ya kovara “Folklora Me”yê çap bûye

21/04/2022

Hejmara adar, nîsan û gulanê ya kovara “Folklora Me”yê çap bûye. Kovara Folklora Me 3 mehan carekê çap dibe. Folklora Me di her hejmareka xwe da, cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Di hejmara 11an ya kovarê da dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene. Digel cureyên edebîyata gelêrî, bawerîyên gelêrî; nirxandina pirtûkekê û lîstikek jî hene.

Meseleyên Xoce Nesredîn”, “Çend Serpêhatîyên Elîyê Gulêyî”, “Hin Îdyomên Erxenîyê-2”, “Metelokên Bûk û Xasîyan ji Devera Qelqelîyê”, “Hinek Bawerîyên Gelî ji Anatolîya Navîn” û Lîstika Gumbila Gumbil” hin nivîsên vê hejmarê ne.

Herweha pirtûka bi navê “Çîrokên Kurdî”yê ku xebateka berhevkarîyê ye ji alîyê Evîndar Şevînê ve hatîye nirxandin. Nûredîn Vûralî çend tiştanokên balkêş ên herêma Erxenîyê berhev kirine. Hîkmet Yildizî çîroka bi navê “Cûcik”ê ji herêma Colemêrgê berhev kirîye. Digel van wekî hemû hejmaran, xaçepirsek li ser folklorê jî tê da heye ku Oktay Altûnî amade kirîye.

*Ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi Weqfa Mezopotamyayê ra têkevin têkilîyê:  Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

RTÜKê cezayê pereyan li AMED Radyo TVyê birîye

Weşana paşê

Kovara Şanoyê “DÎALOG” Dest bi Weşanê Kiriye

Te hay ji vê heye?

Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire belgefîlm

Weqfa Mezopotamyayê deh salîya xwe kire

Weşanên Avestayê ‘Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din’ çap kir

Weşanên Avestayê kitêba Hikayeta Terziyekî û

Weşanxaneyên kurdan: Tecrube û girseya fuarê

Odeya Tîcaret û Sanayîyê ya Dîyarbekirê û Fuarvanîya

Weqfa Mezopotamyayê dê perwerdeya Termên Hiqûqê bide

Weqfa Mezopotamyayê bi hevkarîya Tora Komîsyonên