Hejmara koçberên ji behra Manşê derbas bûne sê qat zêde bûye

05/01/2022

Hejmara koçberên ku di sala 2021an de Behra Manşê derbas kirin û xwe gihandine İngilîstanê li gorî sala 2020an sê qat zêde bûye û ji 28,000an derbas bûye.


Li gorî daneyên ku BBCyê berhev kirine, di sala 2021an de herî kêm 28 hezar û 431 koçber bi keştiyên biçûk û botan Kanala İngilîstanê, Manş, derbas kirine. Ev hejmar di sala 2020an de 8 hezar û 417 bû. Îsal li gor sala borî sê qat zêdetir e.

İngilîstanê ji bo pêşî li vê yekê bigire gelek mesref li Fransayê kiribûn ji bo tedbîran. Di sala 2021an de koçber herî zêde di meha Mijdarê de qenal derbas kirine. Li gel hewaya cemidî û xetereyên wê dîsa jî vê mehê 6 hezar û 869 kes derbasî alîyê din bûne.


Di heman mehê de rekoreka din jî hatibû şikandin; tenê di rojekê de 1185 kes bi 33 keştî û qeyikan xwe gihandibûn peravên Ingilîstanê.


Di 24ê Mijdarê de di encama binavbûna keştiyeke koçberan de herî kêm 27 kes mirin.

Eger Pêşnûmeya Hemwelatî û Sînor a ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin bibe qanûn, dibe ku qaçaxçiyên mirovan jî bi cezayê hepsa muebbet bên cezakirin.

BBC*


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bianet: Mêran di Kanûna Pêşîyê de 34 jin kuştine

Weşana paşê

Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê, rojnameger Ferhat Çelîk hatiye desteserkirin

Te hay ji vê heye?

Ev penaberên ku muxalefet dixwaze wan bişîne kî ne?

Yek ji mijarên herî sereke yên

Hikûmeta Îtalyayê li welêt rewşa awarte ragihandiye

Di dawîya hefteya derbasbûyî da li

Erdhêj û penaberî

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Erdhêj li

“DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje” 

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Rojekê em