Hejmara kitêbên weşanên Avestayê bi Botannameyê bû 900

19/11/2024

Hejmara kitêbên weşanên Avestayê, bi cilda taybet ya hemî dîwanên Berken Bereh dibe 900.

Navenda weşanên Avestayê li Stenbolê ye û gelek cureyên edebî weşandine.

Weşanên Avestayê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku hejmara kitêbên wan bi Botannameyê dibe 900.

Botanname dê bi tenê bo carekê çap bibe û dê hezar nusxeyan çap bikin.

Botanname ji 10 dîwanên kevn, yeke nû, hin nivîsên li ser wî û ji çend fotoyan pêk tê.

Weşanxane ji alîyê Abdullah Keskîn, Rûken Bagdu û Songul Keskînê ve sala 1995 hatîye damezrandin.

https://twitter.com/avestayayin/status/1858766938396111005


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Weqfa Mezopotamyayê dê perwerdeya Termên Hiqûqê bide

Weşana paşê

Oldarên Xezeyê li ser êrîşa Hemasê nerazi ne

Te hay ji vê heye?