Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hejmara 90î ya kovara Bîrnebûnê derket

16/09/2024

Hejmara 90î ya Bîrnebûnê bi mijara ‘Olof G Tandberg’ derket

Kovara Bîrnebûnê hejmara xwe ya 90î bi dosyeya “Dostê Kurdan: Olof G Tandberg” çap kir û belav kir.

Bîrnebûn kovareka çarmehane ye û di vê hejmarê da cih daye nivîsên wekî gotar, hevpeyvîn, çîrok, helbest û hin cureyên din.

Li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.

Kovara Bîrnebûnê 27 sal in weşana xwe didomîne.

Hejmara dawî vê carê bi mijareke taybet çap bû.

Berpirsê kovarê, weşanger Alî Çîftçî, di nivîsa xwe ya destpêkê de wisa got: 

Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê kurd, humanîst, rêzdar Olof G Tandberg veqetand.  Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînavîyayê ji bo kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber na-sandina pirsgirêka kurdan û piştgirîya doza kurdan a ji bo azadîyê. Olof G Tandberg hem têkilîyên xwe yên navneteweyî û hem jî yên li Swêde ji bo kurdan bi kar anîye. Gotinên wî di qada netewî û navneteweyî de, di nav akademîsyen û kesên humanîst de xwedîyê rûmet û qedirekî bilind bûn.”

Hejmara 91. jî dê di demeke nêz de were weşandin. 

Kovara Bîrnebûnê

Komek rewşenbîrên ji kurdên Anatoliyê, li Almanyayê li ser derxistina kovarekê li hev kirin û li Newroza 1997an de bi hejmara yekem a Bîrnebûnê derketin pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê, piştî hejmara duyemîn di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê dest bi weşanê kir. Bîrnebûn bi sernavê “kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên anatoliyê” derdikeve û heta niha di derbarê kurdên Anatoliyê de gelek çavkanî weşand. 

Dîrok, civaknasî, erdnîgarî, etnolojî, folklor û devoka kurdên Anatoliyê; eşkerekirina belge û agahiyên ku heta îro nehatine vekolîn û veguheztina çavkaniyên devkî ji armancên herî girîng ên kovarê ne. Di kovarê de dîrok, wêje, kurteçîrok, çîrok, helbest, şano, folklor, efsane û wergerên li ser kurdên Anatoliyê cîh digrin. 

Nivîskarên Bîrnebûnê di kovarê da li ser lêkolînên çandî, dîrokî û edebî disekinin. Ji ber vê yekê kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.

Her wiha heta niha gelek nivîskaran di kovarê de cîh girtin û gelek nivîs, hevpeyvîn û nûçe amadekirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

13ê Nîsanê, li Diyarbekirê konsera Serdar Canan heye!

13ê Nîsanê konsereka Serdar Cananî li Diyarbekirê heye. Serdar Canan dê ligel

Kerem Sevînç dê li Stenbolê bistire

Kerem Sevînç dê 21ê Adarê li Arsen Lupen a Taksimê konserekê bistire.

“Meşa Kîso” ya Selahattin Bulut derketiye

Pirtûka “Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi” ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut