Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî bi hejmara 76an li pêşberî xwînerên xwe ye.
Le Monde rojnameyeka fransî ye ku ew bi navê Le Monde diplomatique kurdî jî weşana xwe dike.
Le Monde diplomatique kurdî li ser rojeva Kurdistanê û cîhanê gotaran pêşkêş dike.
Rojname hem dîjîtal hem jî çapkirî tê belavkirin.
Naveroka vê hejmarê:
Rêveber û sernivîskarê Le Monde diplomatique Benoît Bréville li ser nezer û polîtîkayên Ewropayê yên nakok ên li ser koçber û penaberên ji Senegalê û bi giştî jî ji Afrîkayê disekine.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Adel Bakawan, li ser tevgera Heşdî Şe’bî, rol û bandora wê ya li Iraqê, têkilîyên wê yên bi Îranê re û veçerxa wê ya sîyasî û aborî disekine.
Arzu Yilmaz bi gotara “Dawîya Serdemekê: Gelo Herêma Kurdistanê îflas dike?” berê me dide nîqaşên li ser Başûrê Kurdistanê, têkilîyên wê yên ligel Iraqê û DYAyê, rewşa wê ya aborî û sîyasî disekine.
Akram Belkaid derbarê Moqteda El Sadr de, kesayetîya oldar û sîyasî ya serekî li Iraqê nivîsî.
Ercan Çaglayan “Polîtîkayên Li Ser Kurdî Yên Komara Tirkîyeyê” ji bo Le Monde diplomatique kurdî nivîsî.
Anne-Dominique Correa li ser Arjantînê, tevlîbûna wê ya koma BRICSê, hilbijartinên pêşwext ên serokkomarîyê, cedela di navbera partîyên rastgir û çepgir ên vî welatî de disekine.
Christine Chaumeau li ser Kamboçyayê, bajarsazîya wê ya di nav lepên karbidest û rêveberîyên berjewendîperest ên vî welatî de, nivîsî.
Copélia Mainardi bi serenavê “Rebetîko, stranbêjîya qeyranên yûnanî” behsa ev cure muzîka neteweyî û proseya wê ya tarîxî û polîtîk dike.
Recep Maraşlı, li ser portreya Mela Mehmûdê Bazîdî, li ser bizavên wî yên fikrî û rewşenbîrî disekine.
Îbrahîm Tarduş di qismê danasîna kitêban de berhema James Brant “Di Havîna 1838ê de Kurdistan” bi me da nasîn.
Dastan Jasim, bi gotara “Jîna: Salekî din di berxwedana 100 salî de” li ser liv û tevgerên li Rojhilatê Kurdistanê yên piştî kuştina Jîna Emînî ya bi destê rejîma Îranê sekinî.
Vahap Coşkun derbarê rewşa sîyasî ya Tirkîyeyê ya piştî hilbijartinê de ji bo vê hejmarê nivîsî.
Martine Bulard derbarê lûtkeyê BRICSê (kurtîya navên Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Efrîkaya Başûr) nivîseke analîtîk nivîsî.
Bi kuratorîya Bîlal Ata Aktaş û Jasmin Eda Tigilê vê mehê Zelal Ozkan bi xetabên xwe cih digire.