Kovara wergêra helbestan LEWerger bi hejmara xwe ya 6em li pêşberî xwînerên xwe ye.
LEWerger kovareka çarmehane ye.
Di LEWergerê da gelek helbest, ji gelek zimanan bo kurdî têne wergêran.
Ji Edîtorîyayê
LEWerger ji bo te û kesên nola te bi xwe derdikeve. Her rûpeleke wê ji welatekî din, zimanekî din ê vê dinyaya bêserûber helbestan dike milkê zimanê te da ku hestên te, bîr û boçûnên te bi rengekî hê kurdewartir di ruh û xeyala te de deng vedin. Hemû kedkarên LEWê bi eşq û daxwaza pêşketin û rewantirbûna kurdî, bi saetan, bi rojan kedeke nedîtî didin bêyî ku ji zehmetiyan gazincan bikin, çav pahn bikin an jî xwe ji ber vî barî bidin alî. Xwendevana/ê hêja, bes daxwazeke me ji te heye ku tu li vî zimanî, li vê kovarê, li vê kedê bêtir xwedî derkevî, vê kovarê bixwînî û bidî xwendin, bi her xwendinê re tu bêtir pê dilxweş bibî ku wa ye ji dinyayê berev kurdî ve penecereyek li te vebûye û tu wiha bêtir tevkariya me bikî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.