Hejmara 53yan ya Kürt Tarihi derket.
Kovara sêmehane ya Kürt Tarihiyê bi dosyeya xwe ya taybet ya “Zazalar”yê hat belavkirin.
Kürt Tarihi zêdetir li ser dîroka kurdan bi kurdî û tirkî weşaneka perîyodîk dike.
Hejmara 53yan ya kovarê hem bi awayekî çapkirî hem jî wekî e-kovar hate belavkirin.
Beşek jı nivîsa edîtorîyê
Em ji bo hejmara 53yan hinekî dereng man lê em li ser meseleyeka giring sekinînin: Zaza. Ercan Çaglayan di lijneya me ya weşanê da cih digire û wî nivîseka hêja jî nivîsîye, xwedê ji wî razî be dîsa edîtorîyeka baş kir û dosyeyeka mişt li ser zazayan amade kir. Wekî tê zanîn, zaza kî ne, divê ligel kurdan bêne hesibandin an divê wekî milet û qewmekî cuda bê hesibandin; zazakî di nav kurdî da cih digire an divê wekî zimanekî cuda bê hesibandin, ev pirs hemî bi heweseka mezin carna têne nîqaşkirin. Ev rê li ber dubendî û cudahîyan vedike. Di vê dosyeyê da ev dubendî û cudahî hatine nirqandin û xaleka gelek muhîm derdixe meydanê: Hema bibêje hemî dubendî û cudahî piştî sala 1980yan û bi taybetî jî ji alîyê mirovên dewletê ve hatine afirandin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.