Hejmara 4em ya kovara LEWergerê derket

01/09/2023

Kovara wergera helbestan LEWerger bi hejmara xwe ya çarem li pêşberî xwînerên xwe ye. LEWerger kovareka çarmehane ye.

Di vê hejmarê da ji 16 zimanên wekî erebî, ermenikî, fransî, swedî, galîsyanî û bûlgarî ji bo kurmancî, soranî, kirmanckî helbest hatine wergerandin.

Di hejmara çarem da hevpeyvînek û 48 helbest hatine wergerandin. Yeqîn. h, Samî Hezil, Ciwan Qado, Salih Agir Qoserî, Seyîdxan Kurjî, Besam Mistefa, Ebas Mûsa û Alan Hemoy edîtorîya vê hejmarê kirine.

Bi her hejmareke nû re LEWerger hê jixweqayil reh û rîşalên xwe kûr û dûrtir berdide, giran giran xweşiktir digivire û cî li xwe xweştir dike. Qibleya me her LEWeke hê çêtir û xwedî geşedaneke domdar e da ku her hejmar lixwezêdekirinek hebe.

Ji pêşgotina kovarê

Herwiha di pêşgotina xwe da dîyar dikin ku wergêrî xwedî kedeka giring e û ji ber vê yekê di rûpela naverokê da li şûna navê helbestkaran, wan cih dane navê wergeran.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Strana nû ya hunermend Rewşan “Mala Te li Kêrê ye” hat weşandin

Weşana paşê

Jan Axîn ji bo strana xwe ya Zerîbayê vîdyoklîbek çêkiriye

Te hay ji vê heye?

Keybanûyên Helbesta Kurdî û Tenêtî

Însan, di malzaroka dayika xwe da

Wergêran û Geşedana Zimanî

Bi bawerîya min em kurd piştî

Hejmara 6an ya LEWergerê derket

Kovara wergêra helbestan LEWerger bi hejmara

Weşanên Avestayê ‘Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din’ çap kir

Weşanên Avestayê kitêba Hikayeta Terziyekî û