Hejmara 3yem ya Kovara LEWergerê derketiye


Navenda Nûçeyan
LEWerger kovareka wergera helbestê ye û bi hejmara xwe ya 3yem derketiye.
Lijneya weşanê ya LEWergerê ji 3 kesan pêk tê. Bi 3 zaraveyên kurdî, kurmancî, kirmanckî û soranî wergeran diweşîne.
Yeqîn H. ku yek ji edîtor û berpirsê LEWergerê û endamê Lijneya Weşanê ye çend meh berê li ser kovarê ji Botan Timesê ra wiha gotubû:
“Em siparîşan nadin û nabêjin filankes tu dikarî ji kerema xwe vê helbestê ji me re wergerînî. Helbest tiştekî zindî ye û jê re hez û hezkirî divê. Wergêr bi xwe lê digere, dibîne, dixwîne, daxilî nava wê dibe, jê hez dike. Helbest ne xwarinek e û wergêr jî ne ew kes e ku em kevçî bidin dêst û bêjin a ji te re kevçî û gerek tu wiha bixwî. Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hez û eşqek e ”

Di ve hejmarê da ji gelek zimanan helbest hatine wergerandin.
Hejmara yekem jî di 1ê îlona 2022an da derketibû.
Ji bo temamamîya nûçeya borî lînkê bitikîne: https://botantimes.com/ya-di-navbera-werger-u-wergere-de-bi-xwe-ji-esqek-e/