Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hejmara 37em a kovara Dilopê derketiye

15/01/2025

Kovara Dilopê ya ku bi tirkî û kurdî tê weşandin, bi hejmara xwe ya 37em a rêbendan-reşemiyê derketiye. Kovar serê du mehan carekê tê weşandin.

Mijara dosyeya vê hejmarê

Di vê hejmarê de mijar “Hevkêşeya Suriyeyê û nîqaşa çareseriyê” ye. Mesut Yeğen, Recep Maraşlı, Faik Bulut, Sinan Çiftyürek û Erdoğan Aydın li ser rewşa Suriyeyê û pêvajoya aştiyê nivîsandine. Nivîskar li ser cudahî û nakokîyên hêzên Suriyeyê û nîqaşên pêvajoyê yên ji meha kewçêrê ve dest pê kirine rawestiyane.

Hevpeyvîn û lêkolîn

Rojhat Turgut bi Îlhan Sami Çomak re hevpeyvînek kiriye, şair Çomak sih salan li girtîgehê mabû. Hevpeyvîna din jî bi kurdî ji alîyê Rêzan Diljen ve di 50emîn salvegera nivîskariya Berken Bereh de bi wî re hatiye kirin.

Çand û huner

Mehmet Orhan li ser pêşengeha “Demxeya Tilî” ya li Mêrdînê nivîsandiye. Berîvan Matyarê bi kurdî li ser çand û dîroka kurdan ya li Êrîvanê raçaviyên xwe nivîsandine. Buse Vurdu jî li ser bandora şerî ya li ser lêkolînên arkeolojîk û mîrateya çandî rawestiyaye.

Nivîskarên vê hejmarê

Di hejmara yekem a 2025an de Sezai Sarıoğlu û Yıldız Çakar bi nivîsên xwe yên li ser sala nû cih girtine. Herwiha Fewzî Bilge, Selamî Esen, Zafer Yörük, Kemal Înal, Ömer Dılsoz, Dr. Eskerê Boyîk, Berken Bereh, Uygur Orhan, Qedrî Êlxo û Mehmet Ufuk Gültekin jî bi nivîs û helbestên xwe beşdar bûne.

Çavkanî:

  • Kovara Dilop

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Hemû çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî hatine weşandin

Weşanên Azad çîrokên Sabahattîn Alî bi Kurmancî weşandine. Pêşeng Pêtoyan ev berhem

Kitêbeke nû ji Pall Weşanê: “Edebiyata Berxwedanê”

Kitêba Edebiyata Berxwedanê ya Barbara Harlowê ku cara ewil di 1987an de

“Hilbe Kobanî”: Selîm Temo ji bo Kobanî nivîsî

Selîm Temo, ji bo salvegera 10. a azadiya Kobaniyê pirtûkekê çap kiriye