Hejmara 17yan ya ‘Artuklu Kurdology’ê derket

01/10/2024

Hejmara 17yan ya kovara akademîk Artuklu Kurdologyê derket.

Bi salan e Kovara Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê ya bi navê The Journal of Mesopotamian Studies derdikeve û weşana xwe didomîne.

Ev kovar ji Tîrmeha 2024an pê ve bi sernavê Artuklu Kurdology weşana xwe berdewam dike.

Artuklu Kurdology, kovareka zanistî û bi hakem e ku li ser mijarên wekî çand, ziman, dîrok, sosyolojî, anropolojî, felsefe, mîtolojî û hwd. hûr dibe û gotaran diweşîne.

Zimanê weşana Artuklu Kurdologyê kurdî, tirkî û ingilîzî ye. Herwiha gotarên bi zimanên din jî ji alîyê desteya edîtoryal ya Kurdology ve têne nirxandin û biryar li ser tê dayîn.

Di vê hejmarê da jî, çendek ji mijarên berbehs cih digirin û danasîn û nirxandina kitêbekê hatîye kirin.

Ev kovar berê wekî matbû çap dibû lê aniha online derdikeve û li ser DergiParkê diweşe.

Naveroka Artuklu Kurdologyê

1. Civaka Eşîrê û Rewşa Trajîk di Romana Yılanı Öldürseler ya Yaşar Kemal daMehmet Nur Yavuzer

2. Pêşgira Dariştinê ya “ra-”yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da Ahmet Seyari

3. 1920’lerde Sovyet Politikası ve Kürt AyaklanmalarıAnjelika Pobedonostseva 

4. Di Gotinên Pêşîyan ên Kurdan de Fehma Zayenda CivakîMuhammed Kayran 

5. حەپسخانە و خشتەی تاوانەكانی قەزای گولعەنبەر (1912-1913) لە ئەرشیفی عوسمانیداHemin Omar Ahmad

6. Mîtos û Edebîyat, Mîtosên Kurdo-Îranî Di Edebîyata Kurdî de, Shahab Vali – Kenan Subaşı, Nûbihar 2022, 384 rûpel, ISBN:9786257383721 Engin Ölmez 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

جەگەرخوین – ١٠٠ سالیا ژیانا ھونەری

Weşana paşê

Pozîsyona kultûrên etnîkî di sîstema perwerdeya Îranê da

Te hay ji vê heye?