Hejmara 166an ya kovara Nûbiharê çap bû

Hejmara 166an ya kovara Nûbiharê çap bû
Hejmara 166an ya kovara Nûbiharê çap bû
Botan Times
  • 29 Şubat 2024 13:52

Weşanên Nûbiharê hejmara 166an ya kovara Nûbiharê çap kir.

Dosyeya 166an ya kovara Nûbiharê bi sernavê Medyaya Civakî derket.

Ev 32 sal in weşanên Nûbiharê, kovara nûbiharê çap dike.

Di vê hejmarê da danasîna kitêban, nivîsên li ser çand û hunerê û gelek mijarên din cih digirin

Ji Edîtorîya Nûbiharê:

Dema em medyaya civakî dibêjin ez bawer im hûn dizanin em behsa çi dikin.

Ji zarokan bigre heta mezinan, îro gelek kesan qet nebe Facebook, You Tube, Twitter, WhatsApp, Instagram, Telegram, Tik Tok yan jî navekî din bihîstiye.

Em dizanin erdnîgariya me di nava çar dewletan de parve bûye; mixabin di navbera Kurdên van dewletan de danûstandinek xurt tuneye. Di ser de, Kurd tenê li çar dewletan najîn. Li payetextên van dewletan, li bajarên wan yên mezin, li Ewrûpayê, li Emerîkayê; bi kurtî li çar deverên cîhanê îro Kurd hene. Dilê me ji hevûdu re bixwaze jî, em ji hev dûr in û her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e. Erê dewleteke Kurda tuneye, lê weke milletên xwedîdewlet, Kurd jî dikarin ji îmkanên medyaya civakî îstifade bikin.

Eger bixwazin dikarin li ser van hesaban agahiyan belav û bar bikin û bêyî pasaport peyamên xwe bigihînin her deverên dinyayê. Jixwe van salên dawîn me dinyayek agahî li ser van paltforman bar kiriye. Îro Kurd li ser van platforman muzîk, dîrok, çand, ziman û gelek materyalên xwe li cîhanê belav dikin. Bi vî awayî wan ji wendabûnê xelas dikin û dikin xizmeta Kurdên cîhanê. Ev çend sal in, medyaya civakî dinyaya me kiriye yek û sînorên ku dewletan ji me re danîne rakirine.

Helbet aliyê neyinî yên van paltforman jî hene; dema meriv bi niyetek xirab bi kar bîne, ev paltform ji xirabiyê re jî xizmetê dikin. Yek tiştê neyinî yê medyaya civakî derew e/îftira ye; derew weke rastî pir zû belav dibe. Tiştekî din; gelek derdor, sazî û dewlet dikarin medyaya civakî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, dînî û rêxistinî bi kar bînin. Jixwe nivîskarên dosyayê li ser van mijaran jî sekinîne. Edîtorê dosyaya me Ahmed Kanî ye.

Ahmed Kanî, Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kösen, Hecî Kardoxî, Dr. Magded Sapan, Doç. Dr. Ekrem Önen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş bi nivîsên xwe ked dane vê dosyayê.

Ji bo keda wan ya hêja, em ji tevan re spas dikin.