Heger hûn bên revandin divê hûn çi bikin?

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) “Rêbera ewlehîyê ya ji bo rojnamegeran” amade kiriye û tê de diyar dike ka dema hûn bên revandin divê hûn çi bikin. Me ew beş wergerand kurdîyê, herweha hûn dikarin vîdeoya ku me tê de nivîs xwendiye jî bibînin. Heger hûn bên revandin divê hûn çi bikin? ¥ Nekevin panîkê û […]

Heger hûn bên revandin divê hûn çi bikin?
Heger hûn bên revandin divê hûn çi bikin?
Murat Bayram
  • 18 Ekim 2021 14:35

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) “Rêbera ewlehîyê ya ji bo rojnamegeran” amade kiriye û tê de diyar dike ka dema hûn bên revandin divê hûn çi bikin. Me ew beş wergerand kurdîyê, herweha hûn dikarin vîdeoya ku me tê de nivîs xwendiye jî bibînin.

Heger hûn bên revandin divê hûn çi bikin?

¥ Nekevin panîkê û hewl bidin ku aram xuya bikin. Kesên mirovrevîn bi îhtîmaleka mezin têra xwe bihêrs in.

¥ Heta ku hûn jê pişrtrast nebin hûn dikarin xwe xelas bikin li ber xwe nedin an jî hewl nedin ku birevin.

¥ Sebir bikin. Wan kesên mirorevîn provoke nekin û an jî xwe neavêjin ber bext û wijdana wan.

¥ Bi qasî ku hûn bikarin hewl bidin tiştên li dora xwe ji ber bikin û ji bîr nekin: deng, bêhn, qelebalixî, zimanê tê axaftin, rêyên hatine girtin…

¥ Ji bo ku hûn bitendurist bimînin, çi ji we tê bikin; sporê bikin, egzersîz û aktîvîteyên derûnî bikin. ¥ Ferman û daxwazên maqûl ên mirovrevînan qebûl bikin.

¥ Xwarin, av û her tiştê ku dikare tendirustîya we baştir bike qebûl bikin. ¥ Welê bikin ku ew kesên hûn revandine bi navê we bake we, gazî we bike. Ev yek dê we bike ku ew jî we wek kesekê bibînin. Ji bo atmosfereka hê rehettir çêbibe hewl bidin bi wan re diyalog û têkiliyê danin.

¥ Heke hûn di heman demê de bi yek an jî hin hevalên xwe re hatibin revandin, hewl bidin ku mirovrevînan îqna bikin da ku we bi hev ra bihêlin. Ev dê ji bo wan barekê siviktir be û hûn û hevalên xwe dê bikarin qencîyê li hev bikin.

¥ Hewl bidin ji tehdîd û sozên wan kesên hûn revandine bawer nekin.

¥ Heke pêvajoya mûzakereyan dirêj bibe bêhêvî nebin- ev yek tê wê wateyê ku şansê we yê berdanê zêdetir e.

¥ Wek rojnameger û çavdêrekê hewil bidin hestên xwe yên xwezayî biparêzin û gavekê ji tiştên hûn dijîn dûr bikevin. Vêca tê paşê çawa vê çîrokê bibêjî?

¥ Heke yên hûn revandîn ji we bixwaze, qebûl bikin ku qeyda dengî çêkin an jî notên bêalî binivîsin. Ev yek dê nîşan bide ku hûn hêj dijîn û dê ji bo azadkirina we alîkar be.

¥ Heke dema azadkirina we nêzîk bibe, bêsebir nebin û heta paşiyê jî guh bidin wan kesên hûn revandine.

¥ Piştî hûn azad bibin kontroleka bijîşkî dê li we bê kirin û “lêpirsîn” dê bê kirin. Ev yek gelekê girîng e. Herweha kesekê bibîne ku tu jê piştrast î ku bibêjî ka çi çêbû. Vê serhatiya xwe ji xwe re veneşêre bila li nik te nemîne. (Li beşa trawmayan a rêberê binêre)

¥ Ji beriya ku hûn daxuyanîyekê bidin an jî ji medyayê re biaxivin guh bidin şîretên li we hatine kirin paşê wan tiştan bikin. ¥ Dema jiyana we normal bû ji bo mirovrevînên bihêrs, we nerevînin tedbîrên xwe bistînin.

Amadekar Rojnamegerên Sînornenas, RSF Wergera ji Ingilîzî û xwendin: Botan International, Murat Bayram