Hefteya 673yan û Komkujîya Dîgorê: Şaxa IHDyê ya Diyarbekirê û xizmên wendayan Komkujîya Dîgorê bi bîr xistin û aqûbeta wendayên xwe pirsîn

Hefteya 673yan û Komkujîya Dîgorê: Şaxa IHDyê ya Diyarbekirê û xizmên wendayan Komkujîya Dîgorê bi bîr xistin û aqûbeta wendayên xwe pirsîn
Hefteya 673yan û Komkujîya Dîgorê: Şaxa IHDyê ya Diyarbekirê û xizmên wendayan Komkujîya Dîgorê bi bîr xistin û aqûbeta wendayên xwe pirsîn
Vahdet Uçar
  • 1 Ocak 2022 12:09

Di roja ewil a sala nû de xizmên windayan ji Amedê ji bo Komkujîya Dîgorê bang kirin. Di 1993yan de di Komkujîya Dîgorê de 6 jê zarok 17 kesan jiyana xweji dest dabûn. Xizmên wendayan di hefteya 673yemîn a lêgerîna êdeletê de ji bo Komkujîya Dîgorê kom bûn û bang kirin ku faîlên komkujîyê bên dîtin.

Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di roja ewil a sala 2022an de lêgerîna xwe ya ‘edaletê berdewam kirin. Xizmên windayan û endamên ÎHDyê yên ku ev 673 hefte ne aqûbeta û faîlên kesên di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin û di girtîgehê de hatin windakirin dipirsin, careke din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu hatin cem hev.

Hefteya 673yan û Komkujîya Dîgorê

Di 673yemîn hefteyê de çalakî bi dirûşmên “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” dewam kir û Komkûjîya Dîgorê hate bi bîrxistin. Di 14ê Tebaxa sala 1993yan de li navçeya Dîgor a Qersê 6 jê zarok 17 kes hatibûn kuştin û 63 kes jî birîndar bûbûn.

Derya Yıldırım, Endama Rêvebir a Şaxa İHDyê daxuyanî xwend. Di daxuyanîyê de hate gotin ku wê roja komkujîyê bi hezaran kes ji 20 gundan hatibûn navçeya Dîgorê ku zordarîya qoricîtîyê, ambargoya xwarinê û serdegirtina malan şermezar bikin û protesto bikin û dest bi meşê kiribûn. Bi hezaran kesên ku di nav de zarok, kal, pîr, jin û ciwan jî hebûne 2 kîlometre dûrî Dîgorê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatine astengkirin û girse bêyî hişyariyê hatiye gullebarankirin.

Di wê gullebarankirinê de jî gelek kes birîndar bûne û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Gülcan Çağdavul (8 ), Selvi Çağdavul (14), Yeter Kerenciler (13), Necla Geçener (14), Zarife Boylu (15), Erdal Buğan (17), Zeynep Çağdavul (19), Hacer Hacıoğlu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydın (27), Cemil Özvarış (39),  Gıyasettin Çalışçı (41), Hasan Çağdavul (43), Süleyman Taş (47), Nurettin Orun (80) ve Tütiye Talan (66).

27 sal in bavê min wenda ye, 27 sal in em lê digerin

Aynur Ayşin û dayîka xwe jî îro di hefteya 673yemîn de li Parka Koşuyolu bûn. Ayşîna bi me re axivî dibêje ku berî niha 27 salan di dema gundê wan dihate valakirin de bavê wê hatiye windakirin û ji wê rojê de ye wan bavê xwe nedîtiye û lê digerin.