HDPê plana xwe ya bo sala nû eşkere kir

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunayê di preskonferansa heftanê de ser çalakîyên bo Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan axifî. Gunayê dîyar kir ku ser rewşa Ocalan guman çêbûne, wan bo ew bi wî re biaxifin serî li Wezareta Dadê ya Tirkîyê daye, lê wê wezaretê heta niha ti bersîv nedaye. Wê […]

HDPê plana xwe ya bo sala nû eşkere kir
HDPê plana xwe ya bo sala nû eşkere kir
Botan Times
  • 29 Aralık 2022 19:23

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunayê di preskonferansa heftanê de ser çalakîyên bo Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan axifî.

Gunayê dîyar kir ku ser rewşa Ocalan guman çêbûne, wan bo ew bi wî re biaxifin serî li Wezareta Dadê ya Tirkîyê daye, lê wê wezaretê heta niha ti bersîv nedaye.

Wê got ku bo Wezareta Dadê destûra hevdîtinê bide ew li pêş wir nobetê digirin.

Ser hevdîtinên bi Ocalan re, Gunayê dîyar kir ku hevdîtinên bi serokê PKKê re bo aştî û azadîyên gelên Tirkîyê pir girîng in.

Gunayê got ku di sala nû de jî ewê xebata wan ya herî mezin ser hevdîtina bi Ocalan re be.

Di rojên borî de Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî bo bi Ocalan re biaxife serî li Wezareta Dadê dabû.

Karbidestên HDPê dibêjin herî dawî di 25ê Adarê 2021an de de bi rêka telefonê bi Ocalan re peywendî hatiye çêkirin, lê dûre ti agahî ji wî nehatiye sitandin û vê rewşê wek tecrîd bi nav dikin.