Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

HDP: Divê gel Walîyê Amedê tayîn bike

06/04/2023

Ji hilbijartinên giştî û ya serokkomarîyê ra 38 roj mane.

Partîyên sîyasî jî hêz dane xebatên xwe.

Dengê hilbijêrên Kurd jî wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê da jî biqîymet û stratejîk in. 

Partîyên sîyasî ji bo Kurdan çi wehd dikin û dê çi bikin? Di bernameyên xwe da çawa cîh didin Kurdan?

Li ser vê mijarê em her hefteyê li derîyê partîyeke siyasî ya li Amedê didin.

Vê hefteyê em bûn mêvanên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)

Hevserokê HDPyê yê Amedê  Zeyyat Ceylan li ser mijarê bersiva pirsên Botan Timesê da.

Zeyyat Ceylan  li ser pirsa me ya, “Ji bo we pirsgireka Kurdan çi ye?” dibêje: “Ji bo me pirsgirêka Kurdan; Helebce ye, Efrîn e, Şex Seîd e, Seyît Riza ye, înkara Kurdan e. Qedexeya li ser ziman e. Ev sed sal in, sîstemê dev ji înkar û çewisandinê bernedaye. Kurd jî dev ji berxwedanê berneda ne.  Heta ew tişt dawî nebin, wê tekoşîna gel jî bi dawî nebe.”

“Çima Walîyê Amedê ji Enqereyê tê şandin?”

Hevserokê HDPyê yê Amedê di axaftina xwe da tayînkirina qeyumê ya bi ser şaredarîya Amedê ku wan bi dengeke bilind bi dest xistibûn, bibîr dixe.

Divê şaredarî di nav sînorên Tirkîyeyê da xweser bin. Em rêvebirina xwecihî diparêzin. Divê biryarên di derbarê bajaran da ji navendê neyê girtin.  Divê xelkên wî bajarê bi xwe biryara xwe bidin. Çima Walîyê Amedê ji Enqerê tê şandin? Keseke ku çand û dîroka Amedê nizanê çima di derbarê bajêr da biryarê bide. Bila Walîyê Amedê gel bi xwe tayîn bike.  Rêveberîya xweser nayê wateya ji hev cudabûnê. Kesên wisa bi nav dikin, derewan dikin. 

Zeyyad Ceylan

“Bila qîsûr mêze nekin, derewan dikin”

Ceylan rexneyan li partîyên muxalefetê dike ku ji bo Kurdan wehdê wan hebûn.

Dibe ku her partîyek bibêje me ji bo Kurdan tiştek kiriye. Em ê wiha wiha bikin. Bila qusur mêze nekin derewan dikin. Partîyên din ji bo zimanê kurdî, ji bo hembûna kurdan çi kirine? Ji bo gora Şex Seîd çi kirine? Qiymeta gotinên wan nîne. Em nabêjin em ê bikin,me kiriye.

Zeyyad Ceylan

Partî çi wextî hatîye damezrandin?

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 15ê Cotmeha 2012an da hatiye damezrandin.

Di Parlementoya Tirkîyeyê da komeke wê ya ji 56 parlementeran pêk tê heye. 

Hevserokên wê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan in.

Partî wê di bin sîwanan Tifaqa Ked û Azadîyê û bi lîsteya Partîya Kesk a Çep bikeve hilbijartinên 14ê Gulanê.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û