HDP bo Ocalan 9 roj in li pêş Wezareta Dadê ye

03/01/2023

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku wekîlên wê ‘’nobeta edaletê’’ ya li pêş Wezareta Dadê ya Tirkîyê didomînin.

HDP dide zanîn ku ew nobeta bo Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan di roja 9an de ye.

Ew partî dixwaze ku bo aştîya li Tirkîyê bi Ocalan re hevdîtin çêbe.

Karbidestên HDPê dibêjin herî dawî di 25ê Adarê 2021an de bi rêka telefonê bi Ocalan re peywendî hatiye çêkirin, lê dûre ti agahî ji wî nehatiye sitandin û vê rewşê wek tecrîd bi nav dikin.

Foto: Twitter, @HDPgenelmerkezi, SS 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Demîrtaş: Hikûmet çi hîleyan bike bila bike..

Weşana paşê

Bahçelî: Petrola li Şirnexê nîmet e

Te hay ji vê heye?