Tê gotin ku Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber doza girtinê wê di 14’ê Gulanê de ji lîsteyên Partîya Çep a Kesk bikeve hilbijartinan.
Li gor nûçeya Ajansa Mezoptamyayê HDP di civîna îro ya Desteya Rêveber a Navendî (MYK)de dê biryara xwe bide.
Hevserokê berê yê HDPê Selehatîn Demîrtaşî jî ji hesabê xwe yê Twîtterê wêneyê partîyê belav kir.
Demîrtaşî daxwaz kir ku hemû kes wêneyê partîyê bi malên xwe ve bikin.
Doza girtina HDPê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin berdewam e.
Partî bi îdîaya “peywendîyên wê ligel PKKê hene” tê sucdar kirin.
HDP sêyemîn fraksîyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkîyeyê.
Di hilbijartina dawî ya sala 2018an de ji sedî 11.7ê dengan girtibû.
Di parlamentoya Tirkîyeyê ku bi 600 kursî ye, 67 kursîyan bidest xistibû.
Li Parlamentoyê niha 57 kursîyên HDPê hene.
Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04 Perwîz Cîhanî dê li PCSyê “Mem û Zîn”ê şîrove bike25/04/202415:12 KSC dê 9emîn gotûbêja xwe li dar bixe25/04/202415:03 Stêrkek Xuricî ji nav Dilê Zarokatiyê25/04/202412:33 Amed – Zinarê Xamo dê gotûbêjekê bike25/04/202411:11