Çîroka trajîkomîk a Selîm -ku bi serê xwe çareyekê ji pirsgirêkên xwe re nabîne, lê dîsa jî dest ji têkoşîn û berxwedanê bernade- wekî cureyeke alegoriya berxwedanê ya talih û tarîxa Kurdan a xerab bibînin. Serkeftina fîlma Haziriyek Bo Derengmayînê ew e ku cîhana Selîm a biçûk ya takekesî, di heman demê de cîhana mezin ya civakî/siyasî ye ku li ser van têkiliyên rojane vegêraneka xurt durist dike.
***
Aram Dildar yek ji derhênerê kurd ê berhemdar ê nifşê nû ye. Dildar, di destpêkê de di lîstikên hindek komên şanoyê de cih digire. Piştî çend salan wekî lîstikvan, derhêner, alîkarê derhêner hwd. beşdarî warên cuda yên sînemayê dibe. Wî ji sala 2009an ve dest bi duristkirina kurtefîlman kiriye: Binevş (2009), Tixûbên Nepenî (2010), Da (2015), Haziriyek Bo Derengmayînê (2018) û Navnîşan (2022). Kurtefîlmên wî li gelek festîvalên neteweyî/navneteweyî xelat wergirtine. Ev nivîsar dê li ser van fîlman hûr bibe û çend fragmanan derheqê wan de pêşkêş bike.
I
Yekem fîlma Aram Dildar ya bi navê Binevş, behsa çîroka zilamekî dike ku miha xwe ya nexweş ber bi bajêr ve dibe. Fîlm, bi dîmena zilamekî dest pê dike ku li benda miha xwe ya nexweş e. Di dîmena dîtir de, em zilamê ku mih li ser pişta wî di rê de dimeşe hem ji dûr û hem jî ji nêz ve dibînin. Mekanên filmê; ji xaniyên xirabe, dîmenên bêdar û bêşînkatî -ku çolê tîne bîra mirovî û avahiyên hilweşiyayî û wêranbûyî- pêk tên. Di fîlmê de em îhtimala jiyaneke bi qasî ku erdnîgarî destûrê dide mirov hîs dikin/dibînin. Hetta zilamê/karakterê ku mih li ser pişta wî dimeşe, alegoriya Kurdistanê ye ku ji ber nebûna saziyên tenduristiyê li gundan û astengkirina çûnûhatina bajar/navçeyan e ku zilamek kurê xwe li ser pişta xwe dibe nexweşxaneyê. Tişta ku temaşevan di rê de şahidiyê lê dikin; ew zihabûna erdnîgariyê ye ku wekî îfadeya cureyekî nemimkuniyê ye. Hasilî em di hemû sehneyan de heman îmajan dibînin: Şopên hişk, erdên bêav û bêşînkatî, şopên terikandinê… Dawiya rêwitîyê ber bi dîmena bajêr ve xilas dibe; zilam, li vê derê bêhna xwe vedide/radiweste. Cihê ku dê ji bo miha wî bibe derman bi îmaja bajêr a bi plana fireh ve têtin temsîlkirin. Çawa ku di fîlma Sürü (1979) de Şivan ji bo nexweşiya Bêrîvanê diçe Enqereyê, li vir jî heman îmaj derdikeve pêşiya me. Ji ber vê, cihê ku dê nexweşiyê derman bike û hêza wê ya qenckirinê heye; ne gundekî/welatekî ziha û bê av e, ew bajarek e ku cihê îmkanan temsîl dike. Fîlm li ser îmaja “wêranbûnê” û “bêdengiyê” ava dibe ku ev şanîder heman tiştan îfade dikin. Jixwe di fîlmê de tenê yek dîyalog heye; “Te çima jina xwe nebir doktor?” Pateya ku zilam datîne bêrîka xwe, nîşana tinebûnekê ye ku tekane tişta ji jina wî maye, nîşanî me dide.
II
Fîlma Tixûbên Nepenî bi dîmena zilamê ku di nav nivînan de radizê dest pê dike. Di heman dîmenê de, em dengê tiktika saeta bizincîr dibihîzin ku zemanî nîşan dide. Di sehneya dîtir de, zilmek tê dîtin ku di TVyê de topan li pey hev gêr dike. Di destpêka fîlmê de; tiktika saetê, zilamê ku di nav nivînên xwe de radizê û balkêşandina ser zilamê ku di televîzyonê de xwe bi topan ve mijûl dike, diyar dibe ku dê îmajên dem û mekanî derkevin pêşberî me. Em dibînin ku zilam ji bo sertêştê çayê çêdike û hewl dide ku deriyê şaneşînê veke. Kamera li ser sêvê zoom dike û hêdî hêdî dizivire; Tê dîtin ku zilam li ser maseyê çaya xwe vedixwe û cixareya xwe dikêşe. Zilam şûşeya ku çayê pê vedixwe datîne li ser kêzika li ser maseyê û kêzikê heps dike. Kêzikê digire û zeytûn û hinde pariyên biçûk yên nanî diavêje ber kêzikê. Di dîmena din de em dibînin ku parçeyên şûşa şikestî li ser maseyê ne û kêzik li ser pişta xwe digevize. Fîlma Tixûbên Nepenî bi van şanîderên ve dişibe kontekseka Kafkaesk; “kêzik”, “mirovê razayî”, “saet” û “sêv”. Jixwe em dikarin bibêjin ku fîlm, alegoriyeka Gregor Samsa ye ku sêva ku wî leqek lê dabû û hiştibû ku birize, wekî sêva riziyayî ya li ser pişta Gregor Samsa ye. Fîlm vê banalîteya jiyanê, biyanîbûn û nîşaneya bêtehemuliyê ya sazûmana burokratîk a li ser jiyanê pêşkêş dike.
III
Fîlma Da bi dengê “-da”yê dest pê dike. Em şahidê rûtîna rojane ya zilamekî ne ku bi malbat (jin û zarok) û bi dayîka xwe re dijî. Di destpêka fîlmê de tê dîtin ku zilam tête malê, torbeyên di destê xwe de dide jina xwe, li biçûkan dipirse û diçe ser kar. Dayik, bi biçûkan re li malê ye. Ew li ser kursiya xwe rûniştiye; bêdeng û çavên wê li televîzyonê ne. Mêrik dixwaze bi malbata xwe re here gund û diya xwe jî li gel xwe bibe. Lê tê dîtin ku dayik vê yekê qebûl nake. Bi dîyalogan em pê dihesin ku dixwaze hertim li ber televîzyonê be. Dayik, dema li televizyonê temaşe dike, em rastî rêzikên bineteksta fîlmê jî tên. Televîzyon, nîşanderek e ku konteks û bingeha fîlmê nîşanî me dide. Bo nimûne dayik di televîzyonê de li bernameyeke bi zaravayê soranî temaşe dike ku li ser mijarên wekî ziman, etnîsîte û mafê zimanê dayikê ye. Ev bername, şibî deng û banga dayikê ye ku sedemên bêdengiya wê destnîşan dike. Bendewariya dayikê cihê xwe ji bo bêdengiyê hiştiye. Bendewariya wê, bêdengbûna wê ye ku kurê wê derketiye serê çiyayan. Wêneyê bi dîwar ve daliqandî, îfadeya bendewarî û bêdengiya teqez e ku şînê temsîl dike. Temaşekirina televizyonê ji bo biçûkan karê rojane ye lê ji bo dayikê dibe cihê salixdana ji kurê xwe. Ji ber vê televîzyon fonksîyoneka polîtîk hildigire ku ew dibe cihê êş û travmaya Kurdan ya berdewam.
Karakterên fîlmên Binevş, Tixûbên Nepenî û Da (karaktera dayikê) bêdeng in, bê dîyalog/monolog in. Di van fîlman de îfade bi xwe yan jî ya ku tê xwestin bihête îfadekirin bi hinde nîşanderan ve derdikeve meydanê. Di kurtefîlma Binevşê de sembola tunebûnê, windakirina hevjîna xwe bi qumaşê/pateya di destê wî zilamî de watedar dibe. Her wiha fîlma Tixûbên Nepenî jî wekî alegoriyeke Gregor Samsa ye ku objeyên wekî saet, sêv û kêzikê îfadeyên sereke yên vegêraneke Kafkayî ne. Di fîlma Da de nûçeyên ku dayik temaşe dike û li hêviya agahiyeka ji kurê xwe ye, bi televîzyonê ve têtin vegêran. Di van her sê fîlmên Aram Dildar de vegêrana sînemayî ji bêdengî û valahiyan pêk tê. Faktorên ku van valahiyan dadigirin û strûktûra vegêranê xurt dikin, bi van tiştan/objeyan ve têne derbirîn û dinyaya non-diegetic girêdayî van wateyên objeyan in.
IV
Fîlma Haziriyek Bo Derengmayinê ji gelek festîvalan xelat wergirtîne û yek ji baştirîn nimûneyên pêşkeftina sînemaya Aram Dildar e. Fîlm li ser çîroka Selîm e ku dixwaze texsiya xwe -ku pê debara xwe dike- tamîr bike. Di sehneya destpêkê de, dema ku rêwiyek ji texsiya Selim tête xwarê; texsî têk diçe û xirab dibe. Fîlm hêj ji destpêkê ve bi neyînî û negatîfiyeka wiha dest pê dike. Selîm texsiyê dibe te’mîrê. Di dîyaloga xwe ya bi te’mîrkar re, em dibînin ku Selîm di nav diyalogeka trajîkomîk da ye:
– Qurbana te me zêde mesrefê dernexe!
– Mêrê min te di erebê de tiştek nehiştiye. Tu dibê mesrefê dernexe. (…) Selîm dizanî em ji bo ereba te çi çêkin? Em ê nivîştekê çêkin.
– Ji dil?
– Ji dil Selîm. Nivîşteke wisa ku careke din (erebe) neyê sanayiyê Selîm.
Selîm dixwaze texsiya xwe ya xirabûyî çêke yan jî bifiroşe û hez dike li gel hezkiriya xwe bizewice. Ev herdu mişkîle serê wî gelek mijûl dikin. Dixwaze texsiyê bifiroşe û ji bo xwe dikanekê veke. Diçe qehwexaneyê û li wê derê rastî suhbeta li ser “piştgiriya xudankirina kalûpîran” têtin û vê suhbetê guhdar dike. Selîm, difikire ku bi vê piştgiriyê dikare ji bo xwe dikanekê veke û divê babê wî ji ber vê yekê jî nexweş be. Lê em ji vê diyaloga trajîkomîk fam dikin ku bavê wî gelekî baş e;
– Bav! Çawa yî?
– Baş im.
– Tu baş î?
– Ez îro baş im.
– Ti dera te naêşe?
– Na, baş im, gelek baş im.
– Dilê te çawa ye, te digot dilê min pir diêşe!
– Hebkî diêşe, lê xem nake. Ez îdare dikim.
– Ji xeynî vê ti derê te naêşe?
– Xêr e kurê min, tu îro pir pirsa dikî. Xêr e?
– Na hema wilo min mereq kir bav!
Çîroka bêhêvî û neçariyê ya Selîm di sahneyên dîtir de pêtir wî bêhntengtir dikin û arîşeyên wî bi ti awayî çareser nabin. Her ku fîlm pêşve diçe, rewşa/çîroka Selîm ya bêhêvî û neçariyê ber bi mîzaheka reş û trajîkomîk ve vedigere. Ewqasî ku dişibe hinde karakterên Aki Kaurismäki ku ew ligel hemu neyînî û arîşeyên xwe ve têne temsîlkirin. Rastî jî Selîm babê xwe dibe nik doktor, raporên vê piştgiriyê amade dike û ji paqijkarê nexweşxaneyê alîkariyê dixwaze û hwd. Di vê navberê de texsiya xwe jî difiroşe ku ev jî nîşaneya biryara wî ye ku ew li ser vê biryara xwe gelekî micid e.
Berevajî her sê fîlmên din ên Aram Dildar, fîlma Haziriyek Bo Derengmayinê bi diyalogan derbas dibe û vegêrana fîlmê ji vê şêweyê çêdibe. Jixwe afirandin û karakterbûna Selîm, -berxewadana wî ya bêhêvî, girêdayî gotin, kirin û diyalogên wî ne ku vegotina fîlmê pêtir xurt dike.
Selîmê ku texsiya xwe firotiye -li bîraxaneyê, bi kelecana vekirina dikana xwe û zewicîna ligel hezkiriya xwe li tiştekî difikire, dibişire, serê wî dikeve xwarê, xewnan/xeyalan dibîne. Em şewqa Selîm li ber devê golekê dibînin ku li ber devê vê golê dirêjkirî ye. Selîm bi dengekî bilind gazî xwe dike û dibêje “rabe”. Ji nav nivînên xwe dikeve erdê û şiyar dibe. Di sahneyên dawî de li ser gora babê xwe kulîlkan datîne û bêhêvî û neçarane li ser rêya trênê dimeşe.
Fîlm di dawiyê de îfadeyeka absurd a sûbjektîvîteya kurdan/kurdî nîşanî me dide. Selîm bi xwe yan jî bûyerên ku hatine serê wî, ontolojiyeka polîtîk ya li Kurdistanê derdixe meydanê. Cîhana hemû bûyerên fîlmê bi kurdî ye. Bi tenê serê xwe ev kurdîbûn, fîlmê û hemû bûyerên fîlmê polîtîze dike. Cîhana kurdî ya fîlmê û rewşa binyadî/polîtîk ya Kurdan têkiliyeke asîmetrîk çêdike. Ji ber vê yekê fîlm, hem îtîrazekê hem jî hewldanekê ji bo cîhana non-diegetic -helwestên polîtîk yên Kurdan- çêdike. Ji ber hindê em dikarin çîroka trajîkomîk a Selîm -ku bi serê xwe çareyekê ji pirsgirêkên xwe re nabîne, lê dîsa jî dest ji têkoşîn û berxwedanê bernade- wekî cureyeke alegoriya berxwedanê ya talih û tarîxa Kurdan a xerab bibînin. Serkeftina fîlma Haziriyek Bo Derengmayînê ew e ku cîhana Selîm a biçûk ya takekesî, di heman demê de cîhana mezin ya civakî/siyasî ye ku li ser van têkiliyên rojane vegêraneka xurt durist dike.