Di Hawarê de Ehlam Mensûr, behsa şev û rojeka xwe ji me re dike, roja ku bi pirsiyarekê -û bi dilekî xweş- dest bi dike; “Nivîsa min kînga belav dibe?” [1], şev bi êşên veguherîneke ontolojîk dom dike; “Xwe dixwim, va ye dibime dilopek av, çilkek neft, firmêskeke saf, lekeyek xwîn, xwelî, dûkêl û…” [2] Mensûr vê yekê ne ji bo ku ji cîhana rasteqîne (jiyana rojane) bireve dike (ji bo vê pêlê jixwe dermanan bi kar tîne), bi vî awayî hewl dide xwe jî û hemû kesûkûsên ku ketine jiyana wê, ji pêlên kelevajiyê rizgar bike. Bi çi? Bi watedayînê helbet! Di navbera watedayîn û bikaranîna dermanan de jî pêwendiyeke heye [3] belam Tofranil 25mg, têra sivikkirina depresyon û têkçûna hewesê (mood disorders) nake, ji bo pêşî li karîgeriyên rexekî (side effect) yên Tofranilê 25mgê bigire, xwe dispêre karîgeriya peyvan; “(…) take dermanên min peyv bûn, peyv bibûne xurek û av û oksîjen û tilyak û meya min.” [4] Belê Tofranil 25mg dibû bayîsê xewê jî, belê, xetereyeka wê ya din jî xewnsazî û şipestayî (halûsînasyon) bû. Dûre em dibînin ku roj û şevên wê jî mîna hev in, “(…) gerçî roj û şevên min herwekî xwe ne û hîç cûre guherînkariyek bi ser wan de nehatiye” [5], nayê jî! Mest û serxweş nîne û ji ber pesnan ji xeber nade bi xwe re (wek ku ji sedî sed ji derûniya xwe piştrast be), lêbelê gavekî bi wê de Şêx Marufê Nodêyî dibîne ku Sartre maç dike û Søren Kierkegaard pîrozbayî li Fayîq Bêkes dike [6], ango hewldanên wê Sîsîfîyane ne, bi gotineke din, bêçûne. Çaxa ziryan li Honoluluyê [7] dixe, li odeya wê jî erd diheje, karyoleya wê jî dilerize, “Xetaya birçîbûnê ye,” dibêje, “(…) tametês biha bûye, tenê ez erzan bûm, di bazara edebê de peyvên min nirxekî wan ê wilo nîne.” [8] Li wê kêlîya ku Sokrat îskana jehrê dibe ber devê xwe hûr dibe, pirsa sereke ya felsefeyê xwekuştin e gotibû Camus, aya jiyan hêjayî jîyînê ye? Ev pirsa hanê, li nîveka felsefeya eksîstansîyalîzmê bi cî bû ye, têgiha xwekuştinê, gava em hewl didin pirsa bêwateyiya hebûna mirovî bibersivînin, derdikeve pêşiya me, ku îro ro, em vê bi awayekî din dijîn.
Di navbera her kurdekî serberz û aşopa xwekuştinê de êdî Rojavayek heye û dinya weke xwe namîne. Márquezê segbab ji hîçtiyê nav bi ser xwe xist, û bûye keleşêrê cîhanî, xweziya min bi xwe ye, bo çi Nobelê nabexşînine mirîşkeke kurd? (E.M., r.19) Em jî ji hîçtiyê hatibûn û me mirîşkek jî tune bû! “(…) bi radeyekê bijîşka min kitabxaneya xwe ya eksîstensiyal bo zanista derûnnasiyê bi kar dianî, îslamiyet û fiqih û şerîet û Marksîstî bi cî hîşt û heta ser rêbaza bîrkirin û çûnhatina min a rojane,” (E.M., r.25), ka hinek jî li taxa derûnnasiya kurdan bigerin. Di wan demên ku şi’rên Baudelaire dixwendin, xwe di yaxîbûna Camus de didît û di reşbîniyê de Kafka dibû murîdê wê, Mamoste Hêmin jê re dibêje, “Pêncî sal li pêşiya miletê kurd ketiyî.” Ne ku jixweber ‘Sözcükler’a [9] J.P.Sartreî tê bîra min, pişta serê wî tifalê guhhesk qet ji bîra min naçe, kî kirrîbû? Min, yan kekê min? Çimkî wan çaxan em her du jî eksîsyantalîst bûn, wî felsefe dixwend, min jî şêwekarî, bi dû Sözcüklerê re hin kitêbên din jî li pirtûkxaneya me zêde bibûn; Søren Kierkegaard, Camus, Simone de Beauvoir… helbet bêhtir em wek peyçûyê Camusyî tevdigeriyan, Yaxîya (Başkaldıran İnsan) [10] wî, bandoreke seyr li giyanê me kiribû, di mal de me serî li bavê xwe radikir, li sûkê li zabitan, li zanîngehê li mamosteyên xwe û polîsan. Lêbelê ne xwendinên me wek a wî tifalê guhhesk bû ne bend û ş’irên me û me gelek pirs ji xwe dikir: Em dê di vê cîhana hinde mezin de bi ku de biçûna? Bêyî ku pûxteya hebûna xwe a hundirîn bibînin? Bê henek, em li ser aramîya derûnî, bîr û bawerî û boçûnên xwe yên hebûnî û ferasetê difikirîn, lêbelê me tu rêder nedîtûbû, ne li Hezexê ne jî li dereke din.
Sartre “Bavê qenc tuneye, ev e rêzikek e; lê ne ji mêran, diviya em ji tewqa pûç a bavitiyê kiz bibin.” gotibû. Ecêb e, Ehlam Mensûr behsa bavê xwe nedikir (tenê li cihekî dibêje, “nizanim kînga bavê min tifeke tîr kire malzaroka diya min û di wir de hêşîn bûm, kî dibêje û çawa û kînga di malzarokê de arama bûme û çawa perwaz nebûme û çawa spîçorkî û nemirime”) her dayîk e, bedbîniya xwe ya li Xaneqînê, di ser hêmaya kurdbûyînê re bi hebûn û nebûna dayîkê ve girê dide; “Xwezî niha Søren Kierkegaard zindî bibûya, ew bi felsefeya xwe min baweşîn dike û min jî xwe bo Camus hilgirtiye, Camus mêrekî bedew e, kurd mêrê xwe yê bedew tune, kurd qûneke xwe ya brîndar heye, ez ez im.” [11]
L’Être et le Néant, hebûn û hîçayî, gelo kurdek çawa dikare bibe eksîstansîyalîst? Ma geryana aramiyê li me nehatiye qedexekirin? Ma em dizanin aramî çi ye? Zanîna vê têgihê li ba me tune, loma em dê her û her jê bêpar bin û em dê her qala tunebûna wê bikin; “Min radyo girt û min nizanibû behsa çi şûn û niştimanekî dike, peyva aram ez veciniqandim, çendîn sal in li dû digerim, nizanim xwe li ku veşartiye, xwezîla deryayek bûya qe nebe li kenarê wê bendewariya mirina wê dikir, xwezîla rûbarek bûya min tor hildida û hêkên masiyan digirt bo ku masiyên mezin masiyên piçûk nexwin, xwezîla şevek bûya min bi nivîsînê spî bikiraya…” [12] Nivîsîn, dijminê aramiyê! Beşa Duduyan a Sözcüklerê “Nivîsîn” e; “Başebaş pê dizanim ku ji bilî maşîneke ku kitêban çêdike, ne tiştek im.” (Chateaubriand), Mensûr, tiştekî din bi ser ve dike; “Bûme badeka dezgeyê qehpexaneyên Sedam Husên” (r.61), “(…) kurd, sermayeya wan tenê ji çend çiyayên bedew û çend kanî û hûremasî û dar û deryaçeyekê pê tê.” (r.49), ji çi re wiha dibêje; ji tirsa rabirdû û dahatûyê, “Galileo derew kiriye loma, tava hîz jî qet erşa xwe bi cî nahêle, hîva qehpe jî ji hîçê çûye nav dîroka edebê, çi bikim?” Gelo ev e ne Dasein be!? “Wekî bizmarekî zengorî hatime avêtinê li vî qulçî,” (r.40), wek tiştekî jênerev, awayekî ji awayan xwe li cîhaneke ku jê re girîng e dibîne, ango Geworfenheit (Heidegger), aya tenê li wir e û hewl dide têbigihîje? Hêjta ji pêwendiya xwe û a dayîkê piştrast nîne, dayîk ev avêtiye; “Nizanim çima bûme nêçîra vê afretê? Wê şîr daye min gerçî, dizanim ji zarokatî de giriyame û qet hêsirên min paqij nekiriye, xweziya min bi wan kesan ku bêdayîk ji dayîk dibin.” (r. 41) Diya qenc (xewnên diya wê pûç bûne û bi xwe jî nizane bo çi dijî) jî tune ye!
Wek ku vegotina di Hawarê de, li ser gerdeniya ku winda bûye (Te gerdeniya xwe winda kiriye, Xwedê zane te li çi malekê hiştiye, hiş li te nemaye hey (…) e.”) ava bûye, bi xwe jî nizane çend caran gerdeniya dirîk dirîkî ji stûyê wê vebûye û di nivînê de winda bûye, rojê hezar caran xwe li sêdarê dide, dicehdîne ku nebe danekî xwarina masiyên tirkan, “Deryaya Îce bûye aramgeha kurdan, her hemûyan bi sedemekê welatê xwe berdaye…” (r. 58)
Bi sedemekê…
Miriyên wan jî nefretê ji me dikin, gerçî ji wan jî şehidtir in kurd…
Çavkanî û Têbînî
[1] Hawar, Ehlam Mensûr, ji soranî: Rizgar Elegez, Avesta 2022. r. 9.
[2] Heman berhem. r. 69.
[3] “(…) dermanên min xilas bûn, pereyê min tune bû ji dermanxaneyan wana bikirim, romana ‘Ez û Dermanên Min’ kutabûn jê re tune ye, her divê piştî mirinê wana bi kar bînim, heger dermanên min nebin di nivîsa xwe de aram nabim, şev li min kabûs û roj li min dibine dojeh…”( r. 11.)
[4] Heman berhem. r. 25.
[5] Heman berhem. r. 23.
[6] Heman berhem. r. 17.
[7] Hurricane Felicia (n.n.)
[8] Heman berhem. r. 19.
[9] Sözcükler, Jean-Paul Sartre, Werger: Bertan Onaran, Çapa 3yan, Weşanên Payel, 1989.
[10] Başkaldıran İnsan, Albert Camus, Werger: Tahsin Yücel, Weşanêxaneya Bilgi, 1975.
[11] Hawar, Ehlam Mensûr, ji soranî: Rizgar Elegez, Avesta 2022. r. 65-66.
[12] Heman berhem, r.57.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.