Dîroknas Hasan Yıldız li Weqfa İsmail Beşikci (WİB), beşdarî konferansa “Kürt Tarih Araştırmalarında Metodoloji Sorunu” (Kêşeya Metodolojiyê di Lekolînên Dîroka Kurdî de) bû.
Konferans ji aliyê serokê weqfê İbrahim Gürbüz ve hat birêvebirin û hejmareka rewşenbîr, ciwan, weşangerên kurd di konferansê de amade bûn.
Konferans bi axaftina İbrahim Gürbüz ya derbarê kêşeyên metodolojîk yên lekolînên dîroka kurdan û bi danasîna Hasan Yıldız dest pê kir.
Dîroknas Hasan Yıldız ji Pulura Dêrsimê ye û ew van salan ji zanîngeha Sorbonneê teqawid bûye. Aniha li Fransayê dijî.
Hasan Yıldız bi salan e li ser dîroka Kurdan kar û xebatan dike. Yekem pirtûka Yıldız sala 1989an de bi ser navê Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler çap û belav bûye. Herwiha di navbeyna van salan de gelek xebatên wî yên dî jî ji weşanên DOZ û Pêrîyê hatine çapkirin.
Hêjayê gotinê ye ku vê salê du berhemên wî yên ku dawiya salên 90î û destpêka heman salê de weşandibû ji nû ve hatin çapkirin. Dîroknas Yıldız yekem berhema xwe ji nû ve revîze kiriye û dîsa bi heman navê çap kir. Her wiha ji ber 100 saliya Peymana Lozanê weşanxaneya DOZê berhama nivîskar ya bi navê Fransız Arşiv Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kürdistan jî ji nû ve çap kir.
Di konfernasê de Hasan Yıldız derbarê gelek babetan da axivî ku taybet li ser kêşeya metodolojîk di lêkolînên dîroka kurdî bû. Çend aliyên ku giring yê vê konferansê ew bi vî awayî ne.
‘Divê em çawa nêzî belgeyên dîrokî bibin?’
Di destpêka axaftina xwe de Hasan Yıldız xwest raber bike ku çima mijara metodolojiyê giring e. Ew dibêje ku kêşeyên metodolojîk di lêkolînên dîroka kurdî de bûye yek ji kêşeya herî sereke ya berbiçav.
Dîroknas Yıldız bala beşdarên konferansê dide li ser pirbûna çavkaniyên dîrokî yên li ser medyaya civakî, saziyên ragihandinê û hwd. Lê belê ew di wê baweriyê de ye ku di analîz û encama van çavkaniyan de, em rastî xebatên têr û tije yên akademîk nayên. Yıldız wisa dewam dike: “Di xebatên bi vî rengî da divê em berê xwe bidin rehên çavkanîyan. Ji bo me dîroknas, civaknas, etnograf, arkeolog û heta fîlozofan, belge wekî şahidan in. Divê em wan bi şahidan re bînin li gel hev. Wekî ku siyasetmedar û dîplomat Elva Car dibêje her belgeyek şahidek e lê ji bo ku ev belge ji me re behsa xwe bikin divê pirsên rasteqîn ji wan bipirsin. Di wê heyamê de jî em rastî vê pirsê tên ka gelo pirsa rasteqîn çi ye? Ji bo ku em pirsa rasteqîn bikin divê em têkiliyên jeopolîtîk ên navbera dewletan, ên civakî-aborî û pênaseyên cografî yên serdema dîrokî ku ew belge ji wê derketiye bizanibin.”
Her di vê babetê de, Hasan Yıldız xwest ji beşdaran re nimûneyên kesayetên kurd wekî Selahaddînê Eyyûbî, Ebû Muslîm Xorasanî û Îdrîsê Bidlîsî da. Ew di wê baweriyê de ye ku hin dîroknas û lêkor dixwazin di ser van kesayetan de, dîrokek nû û xelet ava bikin.
Dîroknas Yıldız da zanîn ku, ti şik û guman nîn e ku Selahaddînê Eyyûbî ne kurd e. Dîroknasên tirk dixwazin nasnameya wî asîmîle bikin, lêbelê çavkaniyên ereb û rojavayiyan bi sedan salan ve raber dikin ku ew kurd e: “Dema ku Selahaddîn Eyyûbî dewlet ava kir, çavkaniya sereke ya dewletê ji Memlûkiyan, artêşên ereb û hinek eşîrên Kurdan bûn. Navenda dewletê ji Qahîre bir Şamê. Dewlet piştî mirina wî di nav kurên wî de hat parvekirin û mixabin ti alîkariya wî ji civaknasiya Kurdan re nebû. Bo nimûne ger bixwesta dikaribû li herêma Medyaya Jor weke herêm navendekê ava bikira û ji wir jî weke konfederasyona eşîran struktûrek ava bike û wan bi xwe ve girêbide. Lê tu fikarên wî yên wiha tune bûn.”
‘Evrûpa ji salên 60î ve ji têgeha dewlet-neteweyê dûr ketiye’
Dîroknas Hasan Yıldız di berdewama konferansê de li ser têgeha netewebûnê hûr bû û derbarê vê mijarê de hewl da xeletiyên metodolojîk bo beşdaran raber bike.
Dîroknas Yıldız got, hewl tê dayîn ku îdeolojiyek li ser esasê ku netewe-dewlet bi dawî bûne û avakirina dewletekê xelet e, were çêkirin. Li gorî wî ya ku berze bûye ne netewedewlet e bereksê vê dewlet-netewe ye. Ji ber ku jakobenîzm netewe ava nekir li ser navê dewletê, wê devlet-netewe ava kirin: “Wan têgeha yek netewe, yek welat, yek olî di konteksta dewlet-neteweyê de pêş xistin û Ewrûpa ji salên 60î ve ji têgeha dewlet-neteweyê dûr ketiye. Ev yek xelet bû ji ber ku dewlet-netewe di rewşeka jakobenîst de bû ku wan di nav sînorên dewletê de bawerî, netewe û gelên din asîmîle dikirin. Jakobenîzm li Ewrûpayê bi vî şeklî derket holê. Belkî em sedsala 19 yan jî 20an bijîyan îhtimal hebû ku me rexne li jakobenîzmê negirta lê di halî heyî de jakobenîzm ji zûde ye karakterê xwe yê şoreşgerî ji dest daye.”
Derbarê heman mijarê de, Yıldız behsa nimûneyeke kir ku li Zanîngeha Sorboneê qewimiye: “Hernes Rönanê ku di konferansa ku li zanîngeha Sorboneê ya li ser vê mijarê hat lidarxistin de, ‘netew çi ye?’ pênase kir. Wî hewl da jakobenîzmê piçekî lîberalîze bike. Bo nimûne, ji ber ku eslê wî bi xwe Bretonî bû, wî hewl da bibêje ku di navbera Bretonî û Fransîbûnê de ti nakokî tune. Lê paşê yekser got, ji bo min miletê rastîn Swîsre ye. Rönan, neteweya resen wek Swîsre pênase dike, ji ber ku zimanên cuda, çar neteweyên cuda û civakek ku mirovên ji mezhebên cuda digihîne hev li wir hene. Li wir bi rêya van neteweya rast diyar kir. Bi rastî jî jakobenîzm rexne dikir. Em bifikirin ku Napolyon çûye ber deriyên Moskovayê, lê nekariye Swîsreyê dagir bike. Bicihkirina komarparêziya Fransî li Swîsreyê ne serkeftî bû, herwiha çêkirina makezagoneke nû jî. Swîsre taybetmendiyên xwe parast. Ew îro jî parastina xwe berdewam dike.
‘Siyaseta kurd jî nebûye jakobenîst’
Dîroknas Hasan Yıldız berdewama axaftina xwe de li ser polîtîkayên Kemalîstan û İttihat û Terakkiyê nirxandinek kir û got ku Kemalîzm ji nav İttihat Terakkiyê derketiye û wana jakobenîzmeke tund meşandine. Her di vê babetê de Yıldız dibêje ku em dikarin Kemalîstan rexne bikin lêbelê mafê me tune ye ku em ji wan re bibêjin hûn çima jakobenîst in. Yıldız, raber dike ku em dikarin bibêjin çima di wê serdemê de jakobenîstên me tune bûn: “Eger struktûreka me ya jakobenîst hebûya û wan her du struktûran şer bikira yan jî têkilîyeka wan a lihevkirî hebûya û encamek jê derkbiketa, wê hingê mafê meyê rexneyê hebû. Lêbelê Jokebenîstên me li Stenbolê, di nav siyeseta navendî de ji bo xwe rêyekê digerîyan, ji bo pirsgirêka kurdan di nav lêgerînên çareserîyê de bûn. Ew tevgereke siyasî ya Kurdan bûn ku bi rêya konsolosxaneyên Rojavayê tişt digihandin lê ne girêdeyî civaka xwe bûn. Bi kurtasî wan nikarî ji bo struktura sîyasî ya Kurdan bibin jakobenîst jî. Lewma li wê derê rewşeka me ya dijwar heye. Ji ber hindê analîza rewşa civaka kurdan ya gihiştina wê merheleyê gelekî giring e.”
Hasan Yıldız di ber axaftina xwe de xwest qala polîtîkayên dewleta Osmanî yên sedsala 17emîn yên derbarê siyaseta niştecihkirina eşîrên Kurdan li ser xetekê bike û vê meseleyê bîne rojevê. Yıldızî got ku li hemberî koçberiya ereban ji Başûr ber bi Bakur ve Osmaniyan eşîrên kurdan û tirkmenan bi kar aniye. Lê belê ew dibêje ku eşîrên tirkmen nema karîne li ser wê xetê bimînin û zêdeyî ji wana jî reviyane. Her wiha yên mayî jî bere bere bûne Kurdû ev pêvajo heta serdema Abdulhamid ajotiye: “Ev struktûr di serdema Abdulhamid de di bin banê Alayên Hemîdiyeyê de hatin rêk xistin. Xetên sînoran bi vî şeklî hate kişandin. Ez vê yekê dikarim bi rihetî diyar bikim ku ya ku xetên sînoran dîyar kirine, ne Mustafa Kemal ne jî Misak-ı Millî bû, ew Alayên Hemîdiyeyê ku Abdulhamid ava kir û ew xetên sînoran dîyar kirin. Wan hem li başûr hem jî rojhilatê Îranê û heya Kafkasyayê, li ser xeta sînor eşîrên kurdan bi cih kirin. Vê yek li ser erdnîgarî û civaknasîya kurdan tesîrên xirab kirin. Wextê Alayên Hemîdiyeyê hatin avakirin ne tenê ji bo xiristîyanan, ermen, asûrî, keldanî û nestûrîya xetere bûn di heman demê de di nav kurdan da jî şer derxistin. Gund û malên kurdan jî talan kirin û bi paşayên Osmanîyan ra parve kirin. Bo nimûne, Huseyîn Paşayê Kor hemû tiştên kirî yên neqanûnî bi Zekî Paşa ra parve kiriye.”
‘Têkiliyên kurdan bi navendên dewletan re çawa bû?’
Ber bi xilasiya konferansê ve Hasan Yıldız hewl da derbarê têkilêyên Kurdan li gel navendên dewletan binirxîne. Yıldız dibêje dema têkiliyên kurdan ên bi navendan û yên bêyî navedan bê lêkolînkirin dê xuya bibe ku di navbera her du struktûran de ferq çi ne.
Herwiha Yıldız di wê fikrê de ye ku têkiliya Kurdan çiqas bi navendan re nêzîk be, ev yek dibe sedem ku dînamîzma kurdan lawaztir be. Di vê babetê de, ew nimûneya kurdên Bakur dide û îdia dike ku ji ber têkiliyên wana bi navendê re parçebûyîna vê beşa Kurdistanê hêsantir bûye. Her di vê babetê de Yıldız nimûneya Başûr li ser Silêmaniyê dide û wisa dewam dike: “Li Başûr jî em heman nêzîkatiyê li herêma Silêmaniyê dibînin. Têkiliyên rewşenbîrên Silêmaniyê bi qesra Osmaniyan re pir nêzîk bûn. Wan wezîr dan qesra Osmanî, di burokrasiyê de cih girtin û di nav avahiya artêşê de gihîştin dereceyên bilind. Silêmanî ji kevneşopiyeke wiha tê û îro jî Silêmanî heman handîkapê dijî. Mîna ku di bûyera Şêx Mehmûd Berzencî de qewimî. Van kesan Mehmûd Berzencî tenê hiştin, ronakbîrên Kemalîst bi rehetî dora wî girtin û pir bi hêsanî rêberiya wî kirin. Mehmûd Berzencî di rêyeke şaş de tevgeriya.”
Li gorî Hasan Yıldız tekane herêma Kurdistanê ku ji navenda dewletê dûr ketiye herêma Barzan/Behdînan e. Yıldız dibêje ku ew herêm ji serdema Osmaniyan ve bi xwestekên xwe yên neteweyî, bi ziman û kultûra xwe re, xwestine herêma wan bigihije xweseriyeke otonom. Herwiha Yıldız dide zanîn ku ev herêma han yek ji wan herêman e ku têkiliyên bi dewletê re qels bûye.
Dîroknas Hasan Yıldız bi nimûneya Simko dawî li axaftina xwe anî: “Em bi heman pespektîfê dikarin nimûneya Simko bidin ku ji aliyê hin hevalan ve weke leheng tê dîtin. Mixabin Simko bi kiryarên xwe li ser civaknasiya Kurdan tesîreke xerab çêkiriye. Simko di hevdîtina xwe ya bi Şêx Mehmûd Berzencî re, mîna ronakbîrên Silêmaniyê alîkariyek kêrhatî nekiriye. Ji ber ku di raportan de dihat gotin ku ew jî dixwest bibe ‘Şahê Kurdan’. Simko ew kes e ku ji aliyê tirkan ve hatiye piştgirîkirin, di bin alaya tirkan de şer kiriye, li dijî nestûriyan komkujiyeke mezin kiriye. Lê belê berovajiyê vê Abdulselam Barzanî kesê herî nêzî nestûriyan e. Dema ku artêşa Osmanî li wî geriyaye, nestûriyan Abdulselam Barzanî parastine. Di vê mijarê de herêma nestûrî bi herêma Barzan/Behdînan re tevdigere.”
“Ez dikarim tiştekî din ê pir balkêş bibêjim, Şêx Taha di bin serokatiya artêşa Osmanî de ji bo girtina Şêx Abdulselam Barzanî dixebite. Xaleke din a balkêş jî ew e ku dema Abdulselam Barzanî li gel Simko çûbû Tiblîsê ji bo ku ji rûsan alîkariyê werbigirin, li xaçerêya Ûrmiyeyê ji Simko veqetiyan. Piştî çend kîlometran li gundekî ser sînor melayekî wî vedixwîne û li wir nîvê şevê mela û zilamên wî Abdulselam Barzanî û pasewanên wî digirin û destên wan girêdayî radestî artêşa tirk dikin. Kesekî ku ji bûyerê sax difilite û bi gotina wî helbet bûyer derdikeve holê. Li vir xala balkêş ew e ku ez mat mam, melayekî çawa cesaret kir ku li herêmeke wê demê Simko lê serdest bû tiştekî wiha bike. Ji ber ku diviya ew mela bizaniya dê çi were serê wî. Wek tê zanîn piştî wê bûyerê Ebulselam Barzanî li Mûsilê hat dadgehkirin û li Mûsilê tê îdamkirin.”
“Li erdnîgariya kurdan kêmasiyên me yên wiha hene. Ger em li hemberî van kêmasiyan bi zanebûn rawestin, bifikirin û analîzeke siyasî bikin em ê karibin pênaseyeke rast ji dîrokê re bikin. Çima eşîrên tirkan di pêvajoya niştecihkirina axê de statûyek bi dest xistin û di dawiya salên 60î de jî hêj eşîrên kurdan wek koçer dijiyan? Van hemûyan divê em fêr bibin, bi rêkûpêk rast bi kar bînin, bi cih bînin û tevgerên siyasî jî bi van daneyan bernameyên xwe derxin holê.”