Harvard cara ewil e dê dersên kurdî bide

04/10/2023

Zanîngeha Harvard, bo cara ewil dê dersên kurdî payîzê bide ku li ser daxwaz û xwesteka xwendekaran kurd ev yek pêk hatiye.

Li gorî nûçeya The Harvard Crimson dersên kurdî dê ne tenê li ser zimanê kurdî herwiha li ser mijarên wekî çand, dîrok û sîyasetê jî bisekine.

Zanîngeha Harvard, sosyo-antropolog û profesorê zanîngeha Bentlyê Ahmad Mohammadpourî vedixwîne ji bo ku dersa kurdî bide. Mohammadpourê ji rojhilatê Kurdistanê (Îran) dîyar dike ku bi milyonan kes hene ku bi kurdî diaxivin.

Mohammadpour bo The Harvard Crimsonê wiha dibêje “Çawa çêdibe ku mirov behsa rojhilta navîn bike bes mirov behsa zimanê kurdî neke û hîn neke?”

Bir yanıt yazın

Your email address will not be published.

Weşana berê

Rêzesemînerên Beşa Ziman û Çanda Kurdî didomin

Weşana paşê

Pervin Chakar dê li Rihayê konsertekê bide

Te hay ji vê heye?