Han Kanga ku xwediya berhemên wek “The Vegetarian” (Giyaxwer) e, ji bo “nesra wê ya helbesta kûr ku rû bi rûyê travmayên dîrokî dibe û şikenbariya/nazikîya jiyana mirovî eşkere dike” hatiye pesindan.
Anders Olsson, serokê komîteya Xelata Nobelî, li ser berhemên Hanê gotiye “hestiyariyeka yekta ya têkiliyên di navbera laş û ruh, zindî û mirî de heye û bi şêwazeka helbestî û ceribandinî bûye nûjenkerekê di nesra hevdem de”.
Han Kang kî ye?
Han Kang nivîskareka 53 salî ye. Ji Korêya Başûr e. Ew di sala 1970yê de li bajarê Gwangjuyê hatiye dinyayê. Dema 10 salî bûye, malbata wê bar kiriye taxeka Seoulê. Wê li Zanîngeha Yonseiyê ya paytext xwendina wêjeya koreyî temam kiriye.
Berhemên wê
Di nav berhemên wê de “The Vegetarian” (Giyaxwer), “The White Book” (Kitêba Spî), “Human Acts” (Kiryarên Mirovî) û “Greek Lessons” (Dersên Yewnanî) hene. Romana wê ya “The Vegetarian” (Giyaxwer) ku di sala 2007ê de hatiye nivîsîn û di sala 2015ê de ji aliyê Deborah Smith ve hatiye wergerandin, di sala 2016ê de xelata International Booker wergirtiye.
Nûçeya herî dawîyê
Romana wê ya herî dawîyê “We Do Not Part” (Em Ji Hev Venaqetin) dê di sala 2025an de bi îngilîzî were weşandin. Çîroka vê romanê li ser nivîskarekê ye ku bandora serhildana Jejuyê ya 1948-49ê ya li ser malbata hevaleka xwe vedikole.
Çavkanî: Reuters, The Guardian (Ella Creamer), Botan Times, Malpera Han Kangê (han-kang.net)
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.