Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hakan Yaşar: Hûner ji sîyasetê quwettir e

06/11/2021

Hakan Yaşarî ji Botan Timesê re diyar kir ku hûner ji siyasetê bihêztir e û hûner ne bi tenê ji saz û dîlanê pêk tê.

“Li vê derê jî qedrê hûnera min tê dîtin lê li Ewropayê zêdetir e.” Yaşarê xwediyê van gotinan e dîyar kir ku ew gelek keyfxweş e ku dibîne ji bajarên dûr kurd hatine Stenbolê da berhemên wî bibîne.

Li Fûara Hûner û Entîkeyan a Stenbolê berhemên hûnermend Hakan Yaşar jî hatine nîşandan. Hûnermendê ku ji Diyarbekirê ye li Norwêcê dijî û ji bo fûarê hatiye Stenbolê.

Li fûarê yek ji standa herî qelebalix standa hûnermend yaşar bû, heyranên hûnermendî ji bajarên wek Konya û Agirîyê bi taybetî ji bo dîtina berhemên wî hatine Stenbolê.

Berhemên yaşarî 45.000-245000 TL bûn û ji bo kirînê jî li benda bikirên hûnerhez û maldar bûn.

Muhammed Oguz dersdarê wêneçêkirinê ye. Wî ji Botan Timesê re got ew ji Agirîyê ji bo dîtina berhemên Hakan Yaşarî hatiye Stenbolê û yekser hatiye pêşangehê.

“Dema ez giham pêşangehê çavên min ji bo hemî berhemên dî tarî bûbûn. Min yekser dixwest berhemên Yaşarî bibînin. Ez heyranê teknîka wî me, herweha berhemên wî tesîreka manevî li min dike.”

“Ez pêşiyê hatim qeta yekê min berhemên Yaşarî nîşanî hin resaman kir û min cihê standa wî ji wan pirsî. Wan ji min re got ‘xurto tu hatî cihê xelet, em li ber wî amator in here qeta herî jor!’ ez serbilind bûm û kelecana min zêdetir bû.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û