HAK PAR: Ma em ê bi Cengîz Çandarî ra tifaqê bikin!

HAK PAR: Ma em ê bi Cengîz Çandarî ra tifaqê bikin!
HAK PAR: Ma em ê bi Cengîz Çandarî ra tifaqê bikin!
Gulistan Korban
  • 20 Nisan 2023 11:21

Ji hilbijartinên giştî û ya serokkomarîyê ra 24 roj mane.

Hemû partîyên sîyasî li qadan in. 

Di vê hilbijartinê da partîyên sîyasî yên li Tirkîyê ji bo kurdan çi wehd dikin û dê çi bikin?

Vê hefteyê em ê li ser vê mijarê nêrînên Serokê Partîya Maf û Azadîyan yê Şaxa Amedê Vasif Kaplanî bigrin.

“Li Tirkîyeyê pîrsgirêka kurdan encax dikare bi fedarasyonê çareser bibe. Heta ku îdareya Kurdan di destên wan da nebe, dê ev pirsgirêk her berdewam be. Em rêya çareserîyê di vir da dibînin û 20 sal in jî vê tiştê dibêjin.”

Vasif Kaplan

Wê çima di nava Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd” da ku ji alîyê Partîya Çep a Kesk ve hat avakirin, cîh negirt?

“Em di wê baweriyê da ne ku HDP, kurdan bi partîyên Çep ên Tirk ve girê dide. Ma em ê herin bi Hasan Cemal, Cengîz Çandar û Sirri Sûreya Onder ra tifaqê bikin! Bi navê kurdan derdikevin lê ji bo kurdan tiştek naxwazin. Ji bo kurdan çi statû xwestine? Li Enqerê tişteke dibêjin li Amedê tiştek dibêjin. Li Amedê dibêjin perwerdehîya zimanê zikmakî, li Enqerê tiştek wisa nabêjin. Însanên me dixapînin. Ji ber wê me di nava tifaqê da cîh negirt.”

Vasif Kaplan

Vasif Kaplanî diyar dike ku ger AK Partî û Hûda-Par bibe îktîdar û Kurd û Kurdistanê qebûl bikin ew wekî partîyeke kurdî dikarin bi wan re rûnin û danûsendinan bikin.

Kaplan herî dawî bang li berbijêrên Kurd dike û dixwaze ew jî werin tevlî xebatên wan yên ji bo Kurd û Kurdistanê bibin û deng bidin partîya wan. 

 Partî çi wextî hatiye damezrandin?

Partîya Maf û Azadîyan  (HAK- PAR) di 11ê Sibata 2002yan da ji alîyê Adulmelîk Firat ve hatiye avakirin.

Partî bi nasnameya xwe ya kurdîtîyê derdikeve pêş û ji bo kurdan rêveberîyeka fedarasyonê dixwaze. 

Serokê giştî yê partîyê Dûzgun Kaplan e. 

Partî cara yekem di hilbijartinên 2018an da bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinan bûye.

Hak-Par dê di 14ê Gulanê da cara yekem bi navê xwe tevlî hilbijiartên parlementoyê bibe.