Gundikê Melî – Navê Narîn Guranê li ser parkekê kiriye

15/10/2024

Şaredarîya Gundikê Melî navê Narîn Gurana 8 salî li parkekê kirîye.

Ev biryara navlêkirinê ji alîyê meclîsa Şaredarîyê ya Gundikê Melî ve hatîye dayîn.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê wenda bûbû û tu agahî li ser wendabûna wê nebûn. Guran ji gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê ye. Ew rojekê ji kursa Qur’anê derketîye û piştî wê jî ti agahî jê nehatibûne wergirtin. Piştî çend rojan termê wê di çemekî da tê dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn li ser gelek kesan vebû, bi sedan rojnameger çûne gundê wan û pirs ji malbatê kirine, gelek kes ji ber tohmet û îhtîmalên cuda hatine desteserkirin ku ew paşî serbest dibin, lê hêj jî failê vê bûyerê tam derneketîye meydanê ji bilî çend delîl û îddîayan.

Hevşaredarê Gundikê Melî Ferîh Artûç li ser vê meseleyê bo Ajansa Mezopotamyayê axivîye û wiha gotîye: Ji bo ku em bîranîna Narînê zindî bihêlin û bêgunehiya wê nedin ji bîr kirin me biryar da ku navê parka li bajarokê me bikin Narîn. Em ê heta dawiyê bibin dengê Narînê û hemû canên bêguneh ên jiyana xwe ji dest dane.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Li Sûriyê dem û dewraneka nû dest pê kiriye – Reuters

Çekdaran paytext girtiye û Esed reviyaye Rûsyayê. Li Şamê jîyanê dest bi