Gültan Kışanak: Rojekê dê derîyên girtîgehan ji bo azadîyê vebin

17/05/2024
Wêne | Rûdaw

17yê Gulanê, duhî, biryarên Doza Kobanîyê hatin dayîn.

Sîyasetmedar Gultan Kişanak yek ji wan girtîyan bû ku ji ber Doza Kobanîyê di girtîgehê de bû, duhî biryara berdana wê hat dayîn.

Şaredara berê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ev 7 sal û 6 meh in di Girtîgehê Kandirayê ya Kocaelîyê de bû.

Gültan Kışanak piştî ji girtîgeha Kandirayê derket daxuyanî da çapemenîyê û ji rojnamegeran ra axivî û li gorî nûçeya Rûdawê wiha gotîye: Rojekê dê derîyên girtîgehan ji bo azadîyê vebin. Ez bawer dikim ku rojek dê derîyên van girtîgehan ji bo azadîya rastîn vebe û em dê rojên xweş bibînin û dê hemû hevalênxwe li derve bibînin. Pêdivîya me bi aştî û edaletê heye. Ji ber vê yekê em dê hemû hêza xwe bikin yek

Ji bo agahîyên berfirehtir bitikîne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Di doza Kobanê da biryar hatin dayîn!

Weşana paşê

Ji bo sê bajaran qedexe hat ragihandin

Te hay ji vê heye?