Gulistan Sonuk: Em ê li vir bin, em ê gavekê jî bi paş de navêjin

04/11/2024

Li ser wezîfedarkirina qeyûman û ji-karî-dûrxistina hevşaredaran, Hevşaredara Şaredariya Batmanê ji bianetê, ji Evrîm Denîzê re axiviye. Botan Timesê axiftina wê wergerandiye Kurmancî.


Dê qeyûm herin û maf werin. Ev ne cara wan a yekem e, lê vê carê em dê destûrê nedin wan. Du caran/dewran qeyûm hatin wezîfedarkirin, 8 sal wêranî û talanî çêkirin. Em careke din destûr nadin 4-5 salên din ên talanê…

Bi awayekî derveyî hiqûqê hatin û dest danîn ser şaredariyê. Wek hûn dibînin, bi hezaran polîs, wesayîtên zirxî û heta wesayîtên cendirmeyan anîn. Bajar kirine wek qada şerî. Niha bi hezaran welatî jî li vir in, em li ber xwe didin. Em li ber şaredariyê ne û em tu car vê destdanîna ser îradeyê û vê rejîma dagirker qebûl nakin.

Di salên 2019 û 2024’an de bi hincetên cur bi cur qeyûm danîn. Niha jî dîsa bi sedemên pûç dixwazin qeyûman deynin, lê vê carê em ê rê nedin van qeyûman.

Destûr nedan xebatkarên şaredariyê bikevin hundir. Niha tenê polîs di hundir de ne. Ne karmend ne jî karker dikarin bikevin hundir.

Erê, 7 meh in em li vir in. Di 4’ê Nîsanê de em hatin şaredariyê û îro 4’ê Mijdarê ye. Di vê demê de me di warê çandê de, di warê jinan de, ji bo kesên seqet, di warê zimên de û ji bo pirsgirêkên din ên bajarî gelek xebat kirin. Di hin waran de me cara yekem tişt pêk anîn.

Helbet vê yekê xewa faşîzmê revand û wan em kirin armanc. Ji ber ku wan fêm kir ku xizmetkirina şaredariyan, dilşadkirina gel e û herwiha ev yek êrîşkirina li ser baweriya gel a bi demokrasiyê re girêdayî ye. Dixwazin cardin gel bixin nav bêhêvîtiyê.

Divê mirov qeyûmdanînê wiha binirxîne: Ne tenê hatina memûrekî û rûniştina li avahiya şaredariyê ye. Bi qeyûmdanînê re dixwazin hêviya mirovan a ji bo aştî, demokrasî û azadiyan bişkînin. Dixwazin civakê dîsa bikişînin nav pirsgirêkan û di nav wan de bifetisînin.

Lê wek hûn dibînin, komek heye û hejmara wan zêde dibe. Komeke biryardar heye ku dibêje em belav nabin. Em jî li vir in. Heta ev biryar şûnde neyê vegerandin, em ê li vir bin. Em ê gavekê jî paş de navêjin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Ahmet Turkê cara sêyem kursiyê wî ji qeyiman re maye kî ye?

Weşana paşê

The New York Times: Harris keyfxweş û Trump westiyayî bû