Li Efrînê grûpên çekdar bi ser malekê da girt û îşkence li wê malbatê kirin û dest danîn ser zêr û zîvên wan.
Grûpên çekdar li gundê Memalayê ya Efrînê bi ser malekê da girt û ji wê malbatê îşkence li sê kesan kir.
Li gorî nûçeya Rûdawê, çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva înê çekdaran bi ser mala welatiyê Kurd Hemîd Yûsifê li gundê Memalayê de girtiye.
Çekdaran Hemîd Yûsifê 75 salî, hevjîna wî ya 65 salî û keça wî ya 35 salî girê dane û bi tundî şkence li wan kirine.
Çekdaran herwiha 900 dolar, bazinekî zêr, telefoneke malbatê jî dizîne û reviyane
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.