Gotûbêjên Selîm Temo: Li Sêrt, Nisêbîn, Wan, Batman û Amedê

Lêkoler, helbestkar, û akademîsyen Selîm Temo dê li çendîn bajaran gotûbêjan li dar bixe û kitêbên xwe îmze bike.

Helbestkar Selîm Temo dê li Sêrt, Nisêbîn, Wan, Batman û Amedê gotûbêja xwe bike û kitêbên xwe bo xwîner û hezkirîyên xwe îmze bike. Herwiha Temo 14-24 Nîsanê bi awayekî online li ser malpera Pirtukakurdi dê kitêbên xwe îmze bike û dê bo xwîneran bêne şandin.

Du salan piştî kitêba Temoyî ya bi navê Pûnga li Bajêr, kitêba wî ya dawî ya helbestan 112 Hesp û Xezelek, Cotmeha 2023yan ji alîyê weşanên Darayê ve hat çapkirin ku wî di kitêba xwe da navên 361 hespan anîne û ji wan li ser 112 hespan helbest nivîsîne.

Çendîn helbestên helbestkar Temoyî bo çendîn zimanên bîyanî hatine wergêran.

Tîrmeha 2023yan 6 helbestên Temoyî ji kurdî bo spanyolî ji alîyê Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatine wergêran. Helbestên hatî wergêran di kovara Este Paisê da bi sernavê “Poesia kurda: 6 Poemas de Selîm Temo” (Helbesta Kurdî: 6 Helbest ji Selîm Temoyî) hatine weşandin. Kovara Este Paisê, yek ji kovarên edebî ya spanyolî ye ku 32 sal in tê weşandin.

Herwiha, heman mehê, helbesteka din ya Temoyî “Li Roboskê” bo zimanê baskî ji alîyê Fito Rodrigez ve hate wergêran.

Yek ji zimanê din yê ku helbesteka helbestkar Selîm Temo bo hatî wergêran îtalî ye. Helbesta “Batirsonekê Nav Kunciyan” ji alîyê Francesco Marilungo ve bo îtalî hat wergêran.

Tarîxên Gotûbêjan:

18ê Nîsanê: Nisêbîn (19:00, Bênav Pîrtûk Kafe)

19ê Nîsanê: Sêrt (19:00, Egitim-Sen Şaxa Sêrtê û Baroya Sêrtê li “Salona Baroya Sêrtê”)

20ê Nîsanê: Wan (19:00, Chalak Events Wan û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê li “Salona Tahir Elçî” ya Baroya Wanê)

22yê Nîsanê: Batman (19:30, Komeleya Arî, Navenda Çandê ya Biharê, Komeleya Wêjekarên Kurd û Egitim-Sen Şaxa Batmanê, li “Navenda Çandê ya A. Guneştekin”)

24ê Nîsanê: Amed (18:00, Li Pirtûkakurdî)

14-24 Nîsanê: (Onlîne îmze li ser https://www.pirtukakurdi.com/kategori/sanenava-online-online-imza )

Kitêbên Selîm Temo:

Sê Deng (helbest)

Jubile – Toplu Şiirler

Keştiya Bayê (helbest)

Horasan Kürtleri (dîrok)

Çiftlere Cinayet Dersleri (roman)

Punga Li Bajêr (helbest)

Mem İle Zin (wergêr)

Cemal Süreya Şiirinde Beden ve Erotizm (edebîyat)

112 Hesp û Xezelek (helbest)

Türk Şiirinde Taşra (lêkolîn)

Ruhun Bedenî (lêkolîn, nivîsar)

Kürt Şiiri Antolojisi (du cîld)

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir