Gotûbêjên Firat Cewerî: Li Stenbol, Wan, Amed û Qoserê

16/04/2024

Nivîskar û wergêr Firat Cewerî dê li sê bajarên Bakurê Kurdistanê û li Stenbolê gotûbêjan li dar bixe û dê kitêbên xwe îmze bike.

Weşanên Avestayê li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku dê nivîskarê wan Firat Ceweri li sê bajar û navçeyekê gotûbêjan li dar bixe.

Firat Cewerî dê li Wan, Amed, Qoser û Stenbolê li pêşberî xwîner û hezkirîyên xwe be û dê kitêbên xwe îmze bike.

Rojên Gotûbêjan:

27ê Nîsanê, Weqfa Beşikci, Stenbol

30ê Nîsanê, Kiraathane, Wan

2yê Gulanê, Bezgin Bekir, Amed

4ê Gulanê, Kitêbxaneya Mawa, Qoser

*Saetên gotûbêjê ji alîyê weşanxaneya nivîskarî ve nehatine dîyarkirin.

Firat Cewerî kî ye

Firat Cewerî sala 1959an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Biçûkatîya xwe li Nisêbênê derbas dike. Di 20 salîya xwe da berê xwe dide edebîyata kurdî. Salên 1980yî mişext dibe Swêdê. Wî di çendîn qadên edebîyatê da berhem nivîsîne. Bi dehan berhemên edebî yên cîhanê wergêrane kurdî. Bê navber 10 salan, di weşana kovara Nûdemê da kar kirîye. Yek ji berhemên giring ya edebîyata kurdî kovara Hawarê jinûve kom dike û di nav weşanên Nûdemê da diweşîne. Bi salan di rêveberîya PENa Swêdê da cih girtîye. Berhemên Cewerî bo zimanên wekî swêdî, almanî, farisî, erebî û tirkî hatine wergêran. Ew aniha li Swêdê jîyana xwe didomîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan