Gotûbêjeka li ser “Edebiyata Berxwedanê” ji aliyê Umran Aran ve bi moderatoriya Înan Eroglu roja 11ê Gulanê li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya li Diyarbekirê hatiye plan kirin.
Umran Aran ê di vê gotûbêjê de behsa kitêba Barbara Harlow ya ku demek berê bi hevkariya Yusiv Hemed hatiye wergerandin bike. Ev berhem ji aliyê Pall Weşanê ve hatiye çap kirin.
Li ser kitêbê
Kitêba “Edebiyata Berxwedanê” ya Barbara Harlowê ku cara ewil di 1987ê de hatiye çapkirin, wekî yek ji berhemên avakar ên xebatên edebiyata postkolonyal tê qebûl kirin. Ev berhem bi wergêrana Umran Aran û Yusiv Hemedî ve ji aliyê Pall Weşanê ve di Adara 2025ê de hat çapkirin.
Harlow, ku di 1948ê de ji dayîk bûye û di 2017ê de miriye, di vê berhemê de rola edebiyatê di tevgerên azadîxwaz ên cîhana sêyem a sedsala 20ê de analîz dike. Berhema ku li ser bedeneka nivîsan dixebite, piştî weşana xwe rê li ber gelek nîqaşên girîng ên qada edebiyat û berxwedana antîkolonyal jî vekiriye.
Agahiyên li ser çalakiyê
Çalakî dê li navnîşana Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya li Lise 5. Sok, Hacı Tahir Bey Apt. No: 4/A, Yenişehir saet 14:00ê di roja yekşemê de pêk were.
Çavkanî: Botan Times, 05/05/2025 Ji Botan Times, 19/03/2025
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.