Nivîskar Mistefa Aydogan dê li ser kitêbên xwe li Mêrdînê di bernameyeka gotûbêjê de biaxive. Bername dê 18ê Tîrmehê li Sareban Cafeyê bê pêkanîn.
Mistefa Aydogan kî ye?
Mistefa Aydogan (bi tirkî: Mustafa Aydoğan) nivîskarekî kurd e.
Mistefa Aydogan di sala 1957an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.
Mistefa Aydogan li Swêdê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yaşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.
Wergerên wî
Wikipedia
- Navê Min Sor e, Orhan Pamuk, Roman, 586 rûpel, Weşanên Doz, 2002, ISBN 975-6876-23-9
- Fîl Hemdî, Aziz Nesin, Çîrok, 155 rûpel, Stenbol, Gelawêj 1999, ISBN 975-6876-10-7
- Siltanê Fîlan, Yaşar Kemal, Roman
- Zaroka Şevê, Jack London
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.