Google: Şirnexî û Mêrdînî li dolaran digerin

Trendên motora lêgerînê Googleê bi dawîya sala 2022yan re careke din di rojevê de ye. Ew trend raber dikin li Tirkîyê îsal ser ‘’dolar-lîreyê Tirk’’ lêgerîn çêbûye. Di vê lêgerînê de bajarên Kurdan yên li Tirkîyê li rêza pêş in. Li gor îstatîstîkên Googleê, herî zêde li Şirnexê ser ‘’dolar’’an lêgerîn çêbêye û li dû […]

Google: Şirnexî û Mêrdînî li dolaran digerin
Google: Şirnexî û Mêrdînî li dolaran digerin
Botan Times
  • 23 Aralık 2022 13:03

Trendên motora lêgerînê Googleê bi dawîya sala 2022yan re careke din di rojevê de ye.

Ew trend raber dikin li Tirkîyê îsal ser ‘’dolar-lîreyê Tirk’’ lêgerîn çêbûye.

Di vê lêgerînê de bajarên Kurdan yên li Tirkîyê li rêza pêş in.

Li gor îstatîstîkên Googleê, herî zêde li Şirnexê ser ‘’dolar’’an lêgerîn çêbêye û li dû wî bajarî jî Mêrdîn tê. 

Par, li Tirkîyê herî zêde ser EBA, ku sîstema elektronîk ya perwerdehîyê ye, lêgerîn çêbûbû.

Di wê trendê de jî Agirî û Adiyeman di lîsteyê de li rêza pêş bûn.