Trendên motora lêgerînê Googleê bi dawîya sala 2022yan re careke din di rojevê de ye.
Ew trend raber dikin li Tirkîyê îsal ser ‘’dolar-lîreyê Tirk’’ lêgerîn çêbûye.
Di vê lêgerînê de bajarên Kurdan yên li Tirkîyê li rêza pêş in.
Li gor îstatîstîkên Googleê, herî zêde li Şirnexê ser ‘’dolar’’an lêgerîn çêbêye û li dû wî bajarî jî Mêrdîn tê.
Par, li Tirkîyê herî zêde ser EBA, ku sîstema elektronîk ya perwerdehîyê ye, lêgerîn çêbûbû.
Di wê trendê de jî Agirî û Adiyeman di lîsteyê de li rêza pêş bûn.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.