Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

19/03/2025

12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya nûçeyan, kompîtera xwe vekirin û li rojevê nêrîn. Hinek jî li ser nûçeyên xwe dixebitîn. 

Paşê lê hesiyan ku nûçeya herî germ li nêvkoya ofîsa wan bû! Malpera wan hatibû girtin. Xwediyê şirketê, Vedat Zenciri bi kurtî gotibû ji ber Googleyê algorîtmaya xwe guhert, trafîka xwendina me ket bi vê yekê dahata me kêm bû, em mecbûr man bigirin. 

Gazete Duvar jî tê de 10 malperên xwe wek medyaya serbixwe didin naskirin guherîna algorîtmaya Googleyê bi nameyeka vekirî protesto kir. 

Ev demekê dirêj e Botan International bi raporan diyar dike ku Googleya Tirkiyeyê Kurdî wek “zimanê nayê piştgirîkirin/naskirin)” nîşan dide. Dahata ji reklaman a medyaya Tirkî ketiye ya Kurdî qet nebûye. 

Dema me ji bo Botan Timesê daxwaza weşandina reklaman kir heman bersiv ji me re hat dayin. Yanî hûn ne dikarin reklamên Kurdî bidin ne jî biweşînin. 

Googleyê çawa dahat kêm kir? 

Heger em gelek kurt behsê bikin Googleyê medyaya mezin a Tirkî mezintir kir û ya biçûk tepeser kir. Dema kesek li nûçeyan bigere Google medyaya mezin a Tirkiyeyê nîşan dide. Medyaya mezin jî li gor Rojnamegerên Sînornenas, RSFyê ji sedî 90ê zêdetir ew medya ye ku piştgirîya hikûmetê dike. 

Bi vê yekê Googleyê ne bi tenê guherîneka maddî kir. Medyaya hikûmet-hez da pêş bi vê yekê jî midaxeleyeka polîtîk jî kir. 

Ji xwe bi vê yekê dema medyaya serbixwe ya Tirkî yek bi yek bê girtin medya dibe yekreng, ew jî piştgira desthilatê ye. 

Êdî dema xwendevan li Googleyê bi zimanê Tirkî haber (nûçe) binivîsin Google dê medyayên mezin nîşan bide. Medyayên herêmî û serbixwe dê nekeve ber çavan.  

Medyaya Kurdî di çi halî de ye? 

Li gor daneyên fermî li Tirkiyeyê 1.866 rojname û 2.182 kovar têne weşandin. Ji van jimarên mezin ne rojnameyeka rojane ya Kurdî e jî kovareka nûçeyan heye. Ji 477 Televizyonan jî bi tenê televizyona dewletê TRT Kurdîyê bûltena nûçeyên Kurdî heye. Tekane radyoya di asta “neteweyî” de weşanê dike TRT Kurdî Radyo ye. Ew jî ya dewletê ye. 

Ji 25 milyon Kurdan re 5 malperên rojane Kurdî weşanê dikin hene. Dido ji wan rêxistinî û xwedîsazî ne, şopajoyên rojnameya “Welat” in: Ajansa Welat û Xwebûn. 

Dido ji wan şexsî ne: Zazakî News û Diyarname. Yek ji wan ya şirketekê ye lê ne ya sîyaset û rêxistinekê ye: Botan Times. 

Tekane ofîsa malpereka Kurdî ya bêrêxistin, Botan Timesê, ji ber krîza aborî meha borî stûdyoya xwe girt. Û ev çar meh in edîtorê wê yê nûçeyan nîne. 

Di vê çarçoveyê de Kurdî-ne-nasîya Googlê tesîreka çawa kir? 

Ji 200.000 xwendevanên Botan Timesê 250 kes bibûna abone wê dê stûdyoya xwe negirtiya. 500 kes bibûna abone dê bikariya miaşê edîtorê xwe jî bide. Lê niho nêzîkî 120 kesan abone ne. Şirket ji aliyê ticarî ve her meh deyndar dibe. 

Heger Googleyê Kurdî nas bikiriya. Malperê dê xwe bigihanda jimareka mezintir a xwendevanan. Vê jî dê rê vekiriya jimara aboneyan zêdetir bibe. 

Heger destûra reklaman bihata dayin medyaya Kurdî dê bikariya ji reklaman jî qezenc bike. 

Têbînîyeka girîng a li derveyê meseleya Googleyê heye. Kurdan ji 100.000an zêdetir şirket hene ku bacê mehane didin Tirkiyeyê. 23.000 şirketên li Diyarbekirê hene. Digel vê yekê jî jimara reklamên wan şirketan li medyaya Kurdî sifir e. Îstisnayek jî nîne. Ew %100ê reklamên xwe didin malperên Tirkî! Heger %10ê wan reklaman bidin malperên Kurdî asta medyaya Kurdî dê di mehekê de bibe 10 qetê halê xwe yê niho! 


Piştî Hackeran ev nûçe jê bir me dîsa lê bar kir


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Google, Bağımsız Türkçe Medyayı Görmezden Gelirken Kürtçe Medyayı Hiç Tanımıyor

Weşana paşê

Weqfa Banê podcastên bi navê ‘Baneşan’ li ser çanda rexneyî di edebîyata kurdî de diweşîne