Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin, xêncî peyvên nû, hînî têgehên nû jî dibin. Têgeh, wekî amûrên ramanê, sîstema fikr û ramanê di hişê zarokan de bi cîh dike û bi vî awayî zarok dikarin ji aliyê mantiqî ve wekî “xwe” bimînin. Yanî bi çavên “xwe” li cihanê binêrin, bi têgehên “xwe” bifikirin û bi peyvên “xwe” fikrên xwe bînin ziman. Li vir, girîngiya têgehên bi zimanê zikmakî bêtir derdikeve pêş. Zarokên bi têgehên zimanê zikmakî, yanî bi têgehên “xwe difikirin, dikarin çanda xwe û milletê “xwe” baştir nas bikin û bi vî awayî xwemaliyeke neteweyî ava bikin.
***
Edebiyata zarokan, yek ji beşên edebiyatê ye ku giringiya wê roj bi roj zêdetir dibe û di qada edebiyatê de cihê xwe berfirehtir dike. Bi taybetî di sedsala 20an de, bi pêşketina beşa psîkolojiya zarokan, hat fehmkirin ku hiş û psîkolojiya zarokan, ji ya mezinan cuda ye û nêrîna wan a jiyan û dinyayê ne yek e. Li gor van taybetmendiyan, berhemên bi taybetî ji bo zarokan hatine nivisîn zêdetir bûn û edebiyata zarokan bi van berheman qada xwe berfirehtir kir.
Edebiyata zarokan, wekî ji navê wê jî tê fehmkirin, beşek ji edebiyatê ye û ji berhemên bo zarokan hatine amadekirin pêk tê. Berhemên edebiyata zarokan, ji gelek aliyan ve, ji berhemên “edebiyata mezinan” cuda ne. Di nav van her du edebiyatan de, cudahiya herî mezin û girîng, temenê xwîneran e. Di qada psîkolojî û hiqûqê de, di gelek rapor û biryarnameyên NYyê de û ji aliyê pedagojiyê ve, kesên di bin 18 salî de, wekî zarok tên qebûlkirin û pênasekirin. Ev sînorê temenî, sînorekî xurt û girîng e ku bi xwe re gelek cudahî û taybetmendiyan tîne: Zimanê berheman, mijarên berheman û dirêjbûna berheman ji van taybetmendiyan çend heb in. Bi taybetî zimanê berheman, di edebiyata zarokan de girîng e û ji zimanê edebiyata mezinan cuda ye. Ji ber ku têgihîştîna zarok û mezinan ji hev cuda ye, di berhemên wan de heman ziman nayê bikaranîn. Bikaranîna rewş û bûyeran, uslûba îfadekirinê û têgehên tên bikaranîn divê li gor hişê zarokan bên bijartin.
Edebiyata zarokan, di jiyana zarokan de berî dibistanê, bi çîrokên devkî dest pê dike. Zarok berî dibistanê, bêyî ku karibin bi tena serê xwe berheman bixwînin, bi rêya çîrokan peyv û gotinan dibihîzin. Bihîstin û fêrbûna peyvan, di gihîştina zarokan de, bi taybetî jî di gihîştîna hiş û zimên de, xwediyê cihekî girîng e. Bi her peyvên nû, xweîfadekirina zarokan xurttir dibe, naskirin û binavkirina kes û alavên derdorê zêdetir dibe û têkiliyên wan û di nav zarokên din de geştir dibe. Bi saya van taybetmendiyan, zarok dikarin xwe baştir îfade bikin û jiyaneke bixwebawer ava bikin.
Ziman, di edebiyatê de ji bo parvekirina hest û xeyalan amûrekî girîng e. Lê zimanê zikmakî , bo zarokan, ji amûrekî wêdetir e û girîngtir e. Zarok berî dibistanê bi guhdarîkirina çîrokan, dûre di destpêka dibistanê de jî bi xwendina berheman dikevin nav qada edebiyata zarokan. Zimanê ku di edebiyata zarokan de tê bikaranîn (zimanê zikmakî-zimanê biyanî) bandoreke xurt li ser zarokatiyê dike û di heman demê de li ser hemû jiyana mirovan dike. Zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi xwendinê dikin û didomînin, bi saya xwendinê dikarin zimanê xwe pêş ve bixin û bi hînbûna peyvên nû xwe baştir îfade bikin. Loma edebiyata zarokan di avabûna têkiliya di nava zarok û zimên de, xwediyê cihekî mezin e. Ev têkiliya ku di nav zarok û zimanê zikmakî de çêdibe, têkiliyeke ne ji rêzê ye. Bi saya vê têkiliyê, zarok ji biçûktanîya xwe, peyvên aîdê milletê xwe û çanda xwe û bi van peyvan jiyanê dibînin, dinirxînin û fehm dikin. Edebiyata zarokan vê pêvajoyê xurttir dike û bi her berhemekê, peyvên nû li hiş û zimanê zarokan zêdetir dibe.
Hişê zarokên ku bi zimanê “xwe” yê zikmakî berhemên edebiyata zarokan dixwînin, xêncî peyvên nû, hînî têgehên nû jî dibin. Têgeh, wekî amûrên ramanê, sîstema fikr û ramanê di hişê zarokan de bi cîh dike û bi vî awayî zarok dikarin ji aliyê mantiqî ve wekî “xwe” bimînin. Yanî bi çavên “xwe” li cihanê binêrin, bi têgehên “xwe” bifikirin û bi peyvên “xwe” fikrên xwe bînin ziman. Li vir, girîngiya têgehên bi zimanê zikmakî bêtir derdikeve pêş. Zarokên bi têgehên zimanê zikmakî, yanî bi têgehên “xwe difikirin, dikarin çanda xwe û milletê “xwe” baştir nas bikin û bi vî awayî xwemaliyeke neteweyî ava bikin. Ev xwemaliya netewî ku li ser zimên xwe ava dike, di avakirina nasnameya neteweyî de jî xwediyê roleke girîng e. Ziman, di avakirina nasnameya netewî de, yek ji amûrên herî girîng e ku, meriv dikare pê neteweyekî nas bike û fehm bike. Ji ber vê yekê, zarokên bi zimanê “xwe” dixwînin, difikirin û xeber didin, milletê “xwe” baştir nas dikin û xwemaliya neteweyî dikarin baştir ava bikin. Bi berhemên edebiyata zarokan, zarok sînorên cîhana “xwe” firehtir dikin, xeyalên “xwe” rengîntir dikin û peyv û têgehên nû li hişê “xwe” zêde dikin. Bi saya van taybetmendiyan, têkiliya di nav zarok û zimên de xurttir dibe û zarok zimanê “xwe” yê zikmakî wekî amûrê nasandina cihanê dibînin. Ev pêvajo eger bi zimanekî xerîb/biyanî dest pê bike, zarok dikarin ji nasnameya xwe dûr bikevin û xwemaliya neteweyî red bikin. Lewra zarokên bi zimanê xwe perwerdeyê nebînin û bi zimanekî xerîb bixwînin û bi wî zimanê dinyayê nas bikin, zimanê “xwe” yê zikmakî li ber pêşketina “xwe” wekî astengekê dibînin. Ji ber wê jî hêdî hêdî ji zimanê “xwe” û nasnameya “xwe” dûr dikevin.
Edebiyata zarokan, bi berhemên xwe dikare di jiyana zarokan de gelek guhertinên nû ava bike. Zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî van berheman dixwînin, bi saya hînbûna peyvên nû û têgehên nû ji alîyê zîman û hişî ve pêş ve dikevin. Bi pêşketina zimên, zarok jiyanê bi zimanê xwe nas dikin û xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Bi vî awayî di nava zarok û zimanê zikmakî de têkiliyek çêdibe û ev têkilî jî bi xwe re avakirina nasnameya neteweyî tîne. Ev pêvajo bi xwendinê xurttir dibe û hişê zarokan li gor vê pêvajoyê jiyanê nas dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku, edebiyata zarokan (a bi zimanê zikmakî) têkiliyeke baş di nav û zarok û zimên de ava dike û xwemaliya neteweyî xurttir dike.