Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî

Çawîşê qereqolê hat, ji şofêr re got, ‘‘Wek sed metreyî wê de, çima tu hebekî sekinî?’’ Şofêr got, ‘‘Naxêr, ez nesekinîm, ji ber kontrolê min sureta makînê kêm kir!’’ Çawîş got, ‘‘Ez derewan dikim?’’ Şofêr got, ‘‘Estexfûrela efendim, ez tiştekî weha nabêm!’’ Min got, ‘‘Xêr e çawîş, hûn ewqas me disekinînin?’’ Got, ‘‘Nepeyive! Ez karê xwe dikim!’’ Min got, ‘‘Temam, te karê xwe kir, karê me jî heye, bihêle em herin!’’ Şofêr û rêwiyan jî gotin, ‘‘Erê, karê me heye!’’ Çawîş pir aciz bû, ji du eskeran re got, ‘‘Bazdin, herin li ser rê binêrin, bê çi avêtine em bibînin!’’ Esker wextê vegeriyan, di destê yekî de tûrikekî min avêtibû, hebû. Dirêjî çawîş kir, got, ‘‘Me ev dît, komûtanim!’’ Çawîş piştî hebekî li kovaran nerî, got, ‘‘Ev ÎKS EBAT ê kê ne?’’ Me kesî dengê xwe nekir.

***

Sala 1976an bû. Bîst û yek salî bûm. Li Şermixê di Tesîsên Etibankê yên Fosfatê de memûr bûm. Serê mehê bû, min meaşê xwe sitendibû min dixwest biçim Dêrikê, malê.

Em çar rêwî di texsiyê de ji Şermixê ber bi Dêrikê ve diçûn. Zivistan bû. Royeke bêtîn di nava ewran re carê xwe rêyî me dida û wenda dibû. Rê qeşa girtibû. Şofêr di fitlekên kaşê Şermixê de pir bi semt xwe bera dida. Heta bi xwarê nigê wî wer li ser frênê bû, lê wextê derket ser rêya Deştegewrê pê li xazê kir. Mirov digot qey şofêrê bîstikek berê û yê niha ne eynî kes e. Rêya deştegewrê wek kefa destî rip û rast bû. Heta ber gundê Dêşan diçû. Li dawiya rê, li ser destê çepê, li ber gola gund qereqola eskeran hebû. 

Di teybê de banda Mehmed Şêxo lêdiket. Em li ber bayê muzîkê ketibûn û diçûn. Ji nişka ve şofêr nigê xwe ji ser xazê rakir! Dengê teybê girt û got, ‘‘Li pêşiya me kontrola esker heye, tiştek li ser we kesî heye?’’ Min got, ‘‘Çend heb kovar bi min re ne!’’ Got, ‘‘Mesafa navbêyna me û wan hindik e, em bi şûnde vegerin wê bi dû me kevin!’’ Di nava du tûrikan de sisê sisê şeş nusxeyên kovara XEBATê bi min re bûn, min cama kêleka xwe daxist û du caran, her carê tûrikek avêt derve. 

XEBAT kovara PDKTyê ya siyasî bû. Me bi makîneya teksîrê bi dizî derdixist û bela dikir. Li ser kê an di mala kê de bihata girtin ew kes bi endamtiya Partiyê dihat mahkemekirin. Hin hejmarên wê min û Seydxan Mercan li xaniyê wan ê Dêrikê li odeya Seydxan me derxistibûn. Hevalê me Emerê Serspî di wan rojên derxistinê de ji Diyarbekirê carna dihat alîkariya me. Seydxan di karê xwe de tîtîz û bi dîsîplîn bû, me perdeya paceyê dikişand, derî li ser xwe kilît dikir û sê roj û sê şevan bê navber em dixebitîn. Deqeyek çi ye, em ranediketin. Heta me kovar dernexista me perde nedida alî, derî venedikir û em ji odeyê dernediketin. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Texsiya me hêdî hêdî çû li ber eskeran sekinî. Şofêr cama xwe daxist. Esker li ehliyeta wî û ewraqên makîneyê nerî. Kîmlikên me xwestin. Di wê navê de eskerekî li bagajê nerî. Di ewraqên makîneyê de tu kêmanî nedîtin, û di bagajê de jî tiştek tunebû. Em derxistin derve. Li hundirê texsiyê, li delxikên torpîdoyê, li paş paldankan û li binê paspasan nerîn. Ser me seh kirin, bêrîkên me pelandin, li ber gore û hundirê solên me nerîn. Çawîşê qereqolê hat, ji şofêr re got, ‘‘Wek sed metreyî wê de, çima tu hebekî sekinî?’’ Şofêr got, ‘‘Naxêr, ez nesekinîm, ji ber kontrolê min sureta makînê kêm kir!’’ Çawîş got, ‘‘Ez derewan dikim?’’ Şofêr got, ‘‘Estexfûrela efendim, ez tiştekî weha nabêm!’’ Min got, ‘‘Xêr e çawîş, hûn ewqas me disekinînin?’’ Got, ‘‘Nepeyive! Ez karê xwe dikim!’’ Min got, ‘‘Temam, te karê xwe kir, karê me jî heye, bihêle em herin!’’ Şofêr û rêwiyan jî gotin, ‘‘Erê, karê me heye!’’ Çawîş pir aciz bû, ji du eskeran re got, ‘‘Bazdin, herin li ser rê binêrin, bê çi avêtine em bibînin!’’ Esker wextê vegeriyan, di destê yekî de tûrikekî min avêtibû, hebû. Dirêjî çawîş kir, got, ‘‘Me ev dît, komûtanim!’’ Çawîş piştî hebekî li kovaran nerî, got, ‘‘Ev ÎKS EBAT ê kê ne?’’ Me kesî dengê xwe nekir. Got, ‘‘Heger hûn nebên ez ê texsiya we li vêderê girêdim û we tevan bibim Şermixê teslîmî qereqola polîsan bikim!’’ Me bêdeng li hevdu nerî! Herkesî di dilê xwe de dida û distend. Kî çi difikirî kesî nizanîbû. Lê esas a muhîm ‘ez çi difikirîm?’ Kovar ên min bûn, divê min serê kesî bi xwe re neêşanda. Min got, ‘‘Çawîş, ew ‘ÎKS EBAT’ ên min in! Tu gunehê şofêr û rêwiyan tune, bihêle bila bi rêya xwe de herin!’’ Di wê kêlîkê de ez jî û herkes rehet bû. Texsiya şofêr nehatibû girêdan, rêwî dê biçûna malên xwe, çawîş ‘‘terorîstek’’ girtibû û min serê kesî bi xwe re nexistibû belayê.         

Li qereqolê li odeya çawîş ez û ew bi tenê bûn. Ew li masa xwe rûniştibû ez jî li himberî wî li ser nigan bûm. Di navbêyna me de sobeyek mezin ya êzinga hebû. Qapaxa sobeyê tunebû, gupegupa agir bû. Hersê nusxeyên Xebatê li ber çawîş li ser maseyê bûn. Carê hebekî dixwend, serê xwe dihejand û pîs pîs li min dinerî. Got, ‘‘Deh sal, herî hindik deh sala tê rakevî!’’ Min di rûyê xwe de dernexist, lê di dilê xwe de tirsiyam! Çawîş got, ‘‘Te ji ku anîn, kê dan te, tu bibêjî wê ji bo te baş be, tê hindikî cezayê bigirî!’’ Min got, ‘‘Kesî nedane min, min ew li erdê dîtin!’’ Bi qerf mizicî! Li Kurdîstanê esker, polîs û wekî din memûrên dewletê hema hema yên pere nexwarina tunebûn. Gelek ji wan wextê vedigeriyan memleketên xwe li perê behran havîngeh lêdikirin. ‘Gelo ev çawîş yekî çawa bû, min pere bidayê wê qebûl bikira? Ez neketima hefsê wê baş ba.’ Min got, ‘‘Çawîş, min îro meaşê xwe stend, ez bidim te (min demeta meaş li ber danî) û min berde ez herim!’’ Li qalindbûna desteya pere nerî, lê tiştek negot. Rabû ser xwe û li hundirê odeyê bê sekin çû û hat! Di dilê xwe de dida û distend, rûyê wî geh xweş dibû geh nexweş, wê çi bigota ne diyar bû. Li odeyê rismekî Ataturk hebû, mirov li ku derê odeyê ba li mirov dinerî, ez dibêm belbî wî rismî serê wî tevlihev dikir. Carekê wa hebekî zêde li demeta pere nerî û çû ber pencerê. Paşîya wî ketibû Ataturk, min got ew ê vê carê rahêlê, lê ranehiştê û çû li maseya xwe rûnişt. Li ber wî desteyek pere û sê nusxeyên Xebatê hebûn, gerek di yekê de bibihuriya, lê wek ku êdî hew karîbû bida û bistenda, got, ‘‘Tu ruşwetê teklîfî min dikî?’’ Min got, ‘‘Na, wek ruşwet nebîne!’’ Got, ‘‘Ruşwet sûc e, rahêle vî pereyî ji ber çavên min!’’ Min di dilê xwe de got, ‘Tu zanî!’ Ez li sobeya ku pirîskên êgir wek fîşekên hewayî di dev re dipekiyan, fitilîm û çûm li ber wî li ber maseyê sekinîm. Min pereyê xwe rahiştê xist bêrîka xwe û ji nişka ve min her sê nusxeyên Xebatê rahiştê û avêt sobeyê! Agirê sobeyê wek ziyayê devî vekirî Xebat li hewa daqurtandin!

Çawîş şeple pêketê, min got ew dîn bû, denginî ecêb ji qirikê derdiketin, got, ‘‘Ûlaaaaan! Ez niha te çi bikim?’’ Bi borîniya wî re eskerên qereqolê giş bi ser min de hatin. Ez avêtim nezaretê û derî li ser min kilît kirin. Nezaret pir cemidî bû, dev û diranên min li hev diketin, lê ez rehet bûbûm, di wê kêlîkê de min pir ji xwe hez kiribû, min xwe pîroz kir, min digot ‘min çawîş perişan kir!’ 

Min ew nedidîtin lê dengê wan dihat, çawîş ji eskeran re digot, ‘‘Herin car din li wî cî binerin!’’ Ji nû ve bû gupe gupa dilê min! Panzde bîst deqe derbas bûn nebûn dengê wan hat, eskerekî deriyê nezaretê vekir destên min li paş min kelepçe kirin û ez birim odeya çawîş. Keda min çûbû di ber avê de, çawîş li meqamê xwe bû û sê heb Xebat li ber wî li ser maseyê bûn. Çawîş îfadeyek hazir kiribû, qala Xebatên şewitandî nekiribû, lê yên heyî wek ku yên min bin nivîsî bû, xwest ez îmze bikim min qebûl nekir. Xwe aciz kir, ez virde wêde deldam, lê çi kir min îmze nekir. Di wê navê de bavê min kete hundir. Ber xwe pevxistibû û şewqeyê wî di destê wî de bû, wextê weha destê min li paş min girêdayî û li ser nigan ez dîtim canê wî êşya. Got, ‘‘Çawîş Beg, çi sûcê lawê min heye te xistiye vî halî? Wellehî li Enqerê miletvekîlî û baqan (wezîr) dostê min hene, lawê min di rûyê te de ceza bibe ez ê eskeriya te bişewitînim, tu zanî be!’’ Çawîş ban eskeran kir, got, ‘‘Derxin ji hundir vî zilamê hedê xwe nizane!’’ Bavê min di nav destê eskeran de, got, ‘‘Lawê min tu meraq neke, ez nahêlim tu rojekê jî bimînî!’’ Wextê eskeran bavê min gijgijandin pir bi min zor hat, lê hatina wî moral dabû min. Ez xistim cîpekê, di nava du eskeran de ez anîm Şermixê qereqola polîsan. Çawîş çû odeya komîsêr, polîsekî jî ez birim nezaretê. Wek saetek derbas bû nebû polîsek hat ez birim odeya komîsêr. Bavê min û başkâtibê adliyeya Şermixê Fahri Özçelik jî li wê derê bûn. Fahri Abê ji min re bûbû kefil, wê ez îro bibiriyama û sibeyê bihanîma. Em bi hev re derketin.                              

Fahrî Abê ji Dêrikê bû, însanekî baş bû, her kesî jê hez dikir. Em birin mala xwe, ji me re nan çêkiribû, wê şevê jî em ê li mala wî bimana. Ji min re got, ‘‘Ez bi komîsêr re peyivîm, te îfade îmze nekiriye, ew ji bo te pir baş e. A din a baş, kovar li ser te nehatine girtin, ji ber wê jî te tewqîf nakin, lê dîsa jî çi dibe çi nabe sibeyê berî tu derkevî mahkemê ez ê bi hakim û sawcî re bipeyivim.’’ Piştî şîvê û çayê em çûn odeya xwe. Bavê min cixareyek pêxist û bîstikekê şîret li min kir. Fahrî Abê ji min re tiştinî xweş gotibû, lê dîsa jî di dawiyê de hakim û sawcî temsîlkarê dewletê bûn, baweriya mirov pê nedihat. Wek ku çawîş gotibû mimkin e deh salan jî bidin min. Du rê li ber min bûn, ya ez ê îşev ji vê derê biçûma, min ê wextekê xwe bida alî, hela bê çi dibû û yan jî ez ê sibeyê wek berxika biçûma mahkemê! Serê min tevlihev bû, min di dilê xwe de dida û distend, lê min ê çi bikira min nizanîbû. Min xwest derkevim derve hebekî bimeşim. Bavê min qebûl nekir. Min pir israr kir, taliyê ji ber min nekir der, got, ‘‘Pir nemîne!’’ Min derî hêdî vekir û derketim hewşê. Fahrî Abê li odeya xwe li ber pencerê rûniştibû li hewşê û di ser dîwarê hewşê re li derve dinêrî. Me rasterast li hevdu nedinêrî, lê bi qiraxên çavan me hev du didît. Ez ber bi deriyê hewşê ve çûm! Min digot teqez wê ba min bike! Gavek, du gav, ba min nekir û ez nesekinandim! Min derî vekir û derketim. 

Bihusteke berfê li erdê bû. Li kuçeyê li bin ronayiya dîrega cereyanê zarok bi gulofîtka dilîstin. Dimeşiyam û difikirîm. Ez birevim tê wê maneyê ku ez sûcê xwe qebûl dikim. Wê çaxê Fahrî Abê jî wê têkeve rewşeke xerab, wê ji kar bavêjin û ji bo ku alîkariya min kiriye wê sûcdar bibe. Ji aliyê din ve ez nerevim mimkin e min bavên hefsê, wê çaxê di hundir de min ê serê xwe bixwara, her roj min ê bigota, ‘Firset hebû ez nereviyam!’ Ez meşiyam çûm ser rêya Dêrikê, ciyê makine jê radibûn. Texsiyek hebû, teva min em bûbûn sisê, yekî din jî bihata em ê biçûna. Lê çûyin ne weha rehet bû, giraniyeke qenciyê hebû, di dilê xwe de bêhizûr bûm, wek ku min tiştekî şaş dikir, ne rehet bûm. Ez weha difikirîm min hew dît li ber mala Fahri Abê me. Muşteriyê texsiyê temam bûn nebûn, kengê hatim heta vê derê, ez nizanim. Wextê min deriyê hewşê vekir min bala xwe dayê Fahrî Abê li ber paceyê eynî wekî berê li hewşê û di ser dîwarê hewşê re li derve dinêre. Me li hevdu nerî û derbasî odeyê bûm. Bavê min di nava nivînên xwe de bû, ez zanim şiyar bû, lê wextê ketim hundir wek ku di xew de be kire xirexir. 

Sibehînî ewilî em çûn qereqolê, polîsa min nexistin nezaretê, li wê derê li odeyekê min girtin. Fahrî Abê ew nesekinî, wê biçûya heyeta mahkemeyê bidîta. Dûre polîsekî ez birim adliyê. Li korîdora adliyê ez gelekî sekinandim. Berî îstireheta nîvro bi tiştekî hindik ba min kirin. Zû bi zû tesbîta kîmlika min kirin, hakim û sawcî hebekî nesîhet kirin û ez berdam. Li korîdorê bavê min û Fahri Abê li benda min bûn, ez ber bi wan çûm, Fahrî Abê bi min re mizicî û porê min tev da.

Nivîskar/rojnameger
Selahattin Bulut