Gilî û Gazindên Xerîbekî: Aynu’l-Qudat Hemedanî

Nıvîskar:
11 months berê

Lêkoleran di nav ewqas derew û îftirayan de derbarê jiyana Aynu’l-Qudat de gelek tişt ronî kirine. Lê derbarê qewm û milliyeta wî de bêdeng mane. Lê di nameyên xwe de bi gelek helbestên xwe yên kurdî ew bi xwe qewmê xwe eşkere dike.

***

Şeva înê, serê meha Gulana sala 1131an, li Bexdayê, di zindaneke reş û tarî de Aynu’l-Qudat Hemedanî li benda dardakirina xwe bû. Tenê bîranên jiyaneke 33 salan û kitêbeke bi navê Gilî û Gazindan Xeribekî pê re hebûn ku ji bo parastina tawanên derbarê wî de nivîsîbû. [1] Dîroknûs Subkî ji bo vê berhemê ‘Ger ev gotin ji kevirî re bihatina xwendin, dê kevir biqelişiya” gotibû. [2]

Ew berhem wekî menakibnameyeke otobiyografîk cureyeke resen temsîl dikir. Navlêkirina kitêbê jî derbarê nivîskar û naveroka wê de gelek tişt digotin. Gilî û gazindên Aynu’l-Qudat ji kê bûn û çima tikûtenê û xerîb bû?

Di serdema wî de Selçûqî di alema Îslamiyetê de hukumferma bûn û dîn û ‘irfan ji her dewrê bêhtir ketibûn bin tesîra dewletê. Hakimên dewletê xwestin dîn û dinyayê tevde bixin bin hikmê xwe û sedeqat û diayên ulema û sofiyan bi bedela pere û meqaman bikirin.

Bi bilindkirina stûnên tekye û medreseyên sultan û wezîran ber bi ezmanan ve; rûmet û şerefa ‘ilm û ‘irfanê dikete erdê. Wan ulema kirin me’mûrên dewletê û şêx jî kirin duaxwan û niyazkarên sultan û wezîran.    

Di wê serdemê de ku bêxîretî û bêrûmetî bûbûn ‘elamet, Aynu’l-Qudatê qadiyê Hemedanê bû, bi berhem, name û fetwayên xwe bi tena serê xwe li hemberî zordestî û talanên dewletê û koletî û durûtiya ulema û şêxan derket ku ji Xwedê bêhtir bûbûn bendeyên Sultanî. 

Dewlet bi riya çend sazî û amûran hegemonyaya xwe ya îdeolojîk -medrese, xanqah/tekye, çavdêrî, kontrolkirin û pergala ‘îqtayê, yanî tahsîskirina erdê ji bo rêvebir û xizmetkarên dewletê- înşa û belav kiribû. [3]

Aynu’l-Qudat di vê sîstema tîranî û despotîk de dîtibû ka dîn û dinya çawa dirize û mirov çawa hem ji nan hem jî ji rûmeta xwe dibûn. Ji ber wê yekê wekî Sûra Îsrafîlî dengê xwe bilind kir û wekî qiyametê li ser sultan û ulemayên serdemê dibarand. Aynu’l-Qudat, ew perdeya wan li rûyê xwe pêçayî çirand û derêxiste meydanê.

Ji bo wan şêx û ulemayan digot “Qey hûn fêdî nakin, ewên ku sultan wekî ‘siya Xwedê ya li ser rûyê erdê’ pênase dikirin û ji ber wê yekê li şûna Xwedê bendetiya wan dikirin! Çawa ew padişahên fasiq ku însanan ji rêya Xwedê derdixin wekî ‘siya Xwedê’ pênase dikin. [4] Ulemayên ji ekolên cûda hevdu wekî kafir, fasiq yan zindiq îlan dikirin, lê cara ewil e ku alimekî rasterast sultan wekî fasiq îlan dikir ku ew cûre’teke mezin bû. [5]

Lê Aynu’l-Qudat rexneyên xwe bi meseleyên bawerî û exlaqî sînordar nekirin. Wekî qadî yanî dadwer bingeha îqtîsadiya sîstemê jî da ber pirsyar û rexneyan. Cûre’ta wî ya herî mezin ew bû. Li gor wî sîstema îqtayê yanî tahsîs û teqsîmkirina erdê ji bo rêvebirên sîvîl û leşkerî xeyrî hiqûqî bû.         

Yek ji telebeyên xwe re nameyek nivîsîbû ku di qesra Selçûqîyan da wekî karmendê maliyeyê ku ji karên îqtayê berpirsyar bû: “Eger ew erdê ku hûn belav dikin milkê şexsekî be, ev karê te talan e. Lê ger xwediyên wan ên şexsî tunebin vêga xwediyên wê erdê xelqê feqîr û belengaz e ku wekî derwêşan dijîn û karê ku hûn dikin dîsa dizî û talan e.” [6]  

Bêguman ew nêrînên ku wekî fetwa daniye, ger biketa rojeva xelqê ku ew ji bo bingeha îqtîsadiya rejîmê ye dê xetereyeke mezin pêk aniya. Rêvebirên dewletê û şirîkên wan ên ulemayê nikaribûn destûrê bidin tiştên wisa pêk bên.

Aynu’l-Qudat pergala Selçûqiyan ya ku sofî û ewliyayan diayên xwe bi ser de dibarandin û ew teqdiskirin wekî ‘serdema cahiliye’yê pênase dikir. Aynu’l-Qudat hewl dabû ku hem dîn û hem jî dirhemên wan ji destên wan bistîne. Helbet nehiştin. 

Derbarê eqîde û baweriya wî de ulemayên siltanê lêpirsinek dan destpêkirin û ew bi heretîzmê tawanbar kirin. Pirs li pey pirsan wekî baranên keviran bi ser wî de barandin. Lê wekî ku Omîd Safî bal kêşaye ser mehkemeyê ku ew darizand, mehkemeya şerîatê nebû. Ew jî baş nîşan dide ku sedemên girtin û darizandina wî ne dînî, lê sîyasî û îqtîsadî bûn. [7]

Berbanga wê şeva înê, bedena Aynu’l-Qudat Hemedanî li ser darekê li ber medreseya wî li ber bayê dihat û diçû. Nîşaneyên îşkenceyê hê li ser bedena wî bûn. Ew hezar sal e, bi tikûtenê li ser wê darê hê jî tê û diçe.

Qatilkirina Aynu’l-Qudat bi awayekî hovane peyama serdestan bû. Lê gelo ew bedena wî yê jihevketî û gilî û gazindên wî yên xerîbîyê peyama xwe gihandiye me?

Lêkoleran di nav ewqas derew û îftirayan de derbarê jiyana Aynu’l-Qudat de gelek tişt ronî kirine. Lê derbarê qewm û milliyeta wî de bêdeng mane. Lê di nameyên xwe de bi gelek helbestên xwe yên kurdî ew bi xwe qewmê xwe eşkere dike. [8]

Divê rojekê lêkolerên kurd hem berhemên wî hem jî helbestên wî ji nû ve bi kurdî çap bikin, ji wê darê daxin erdê, li malên xwe bikin mêvan, dawiyê li xerîbî û tenêtiya wî ya hezar salan bînin.

Çavkanî:

[1] Mehmet Emin Bener, Aynü’l-Kudât-ı Hemedânî’nin Tasavvuf Müdâfaasi (Şekva’l-Garîb Örneği), Zanîngeha Dîcleyê, Teza Masterê Neweşandî, 2015; A.J. Arberry,A Sufi Mytry: Apologia of Ain al-Qudat al-Hamadhani, Routledge, 2008.

[2] Bener, h.b.

[3] Omid Safi, Politics of Knowledge in Premodern Islam: Negotiating Ideology and Religious Inquiry, 2006, r. xxvi.

[4] Safi, r. 183.

[5] Safi, r. 185-186.

[6] Ji nameyên wî neqil dike Safi, r. 184, Namehayi Aynu’l Qudat, Cild II, r. 116-117.

[7] Safi, r. 198.

[8] Abdurahim Alkış, Aynu’l-kudât-ı Hemedâni’nin Eserleri ve Usûl-ı Selâse Hakkındaki Kelâmî Görüşlerinin Tahlili, 2021, r. 65. Ji bo helbestên Kurdî ku di nameyên wî de cih digirin bnr. C II, r. 168, 176, 374, 411, 444. 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Serdar Şengül

Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.

Te ev dîtıne?

Tarîxçeyek ji şanoya kurdî ya Ûrmîyeyê û rola ciwanan di vê hunerê da

Bi raya rewşenbîrên kurd şanoya kurdî ji du hêlan ve ji bo

Gundî Çito Dimirin?

Bi hezaran telebeyên Moskow û Petersburgê havîna 1874an piştî ji mektebê derketin,

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,