Botan International bi piştgirîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) kargehên rojnamegerîya dijîtal pêk tîne.
Pêşkêşkarê WAAR TVyê Gernas Nenas li ser rê û rêbazên pêşkêşkarîyê gotara xwe pêşkêş kir.
Di karê pêşkêşîyê da tiştê sereke rehetbûna mirovî ye, Gernas dibêje, ji bo ku hem beşdar hem jî pêşkêşkar bixwe rehet bin samîmîyet lazim e yanî rehetbûn. Divê mirov di pêşkêşîyê da rehet be.
Wî di pêşkêşîya xwe da behsa cureyên pêşkêşkarîyê kir. Bo nimûne jî wî mînaka pêşkêşkarîya li stûdyoyê da. Ji bo bernameyên li Stûdyoyê jî Gernas tiştê pêwîst nasîna mêvanê/a xwe dibîne ji bo ku bername biherike.
Gernas dibêje, mixabin di pêşkêşkarîya kurdî da, derfet destûrê nadin ku mirov pêşbirk an jî bernameyên wisa bike ji bo ku mirov bikare pereyan bide beşdaran.
Gernasî di berdewamîya axaftina xwe da behsa avantaj û dezavantajên pêşkêşkarîya kurdî kir.
Bo nimûne jî wî ev mînak da ku gelek zehmet e bernameyên kurdî kîtleya xwe bibîne.
Wekî tê zanîn çendîn devokên kurdî hene ku aniha li Kurdistanê, di navbera bajaran da, heta di navbera ew gundên li kêleka hev jî kurdî diguhere (bilêvkirina peyvan û peyvên cuda). Gernas vê rewşê wekî dezavantajekê dibîne hem ji bo pêşkêşkaran hem jî ji bo temaşevanan ku dibe sebeba fahmnekirina ji hev.
Gernas jixwebawerîyê yek ji serkeftin û lazimîyên pêşkêşkirina bernameyan dibîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.