“Germahîya hewayê dê 50 pileyan derbas bibe”

06/07/2023

Germahîyên global tesîr li ser Tirkîyeyê jî dike. Trikiye ji niha ve ketiye bin bandora germahîyê.

Serokê Navenda Lêkolînê ya Polîtîkayên Avhewayê ya Zanîngeha Bogazîçîyê Prof. Dr. Levent Kurnaz ji bo germahîya îsal hişyar dike.

Kurnaz dibêje; “Germahîya hewayê dê îsal li Tirkîyeyê bigihe lûtkeyê. Me heta niha 49,1 pile dîtiye, gemahîya li Tirkiyeyê dê ji 50 pileyan bi hêsanî bibore.”

“Divê em pitik û kalûpîran biparêzin”

“Ger hûn ciwan bin, dema ku germahîya li derve 40 pile be, hûn nikarin bibêjin tesîr li min nake. Ev germahî dikare tesîrê li tenduristîya her kesî bike. Lê divê em pêşî pitik û kal û pîran biparêzin. Cihê ku ew lê ne divê negihêje 40 pileyan. Divê em wan kesan li cihê sar bihewînin. Heke klîma hebe bi klîmayê yan jî vantîlatorê, divê cihê wan bên hênikkirin.

Prof. Dr. Levent Kurnaz

Li gor zanyar Kurnazî, sala 2023yan dê bibe germtirîn sala ku mirovahiyê şahidî kiriye. Kurnazî beyan kir ku sedema sereke ya germahiya global komir, neft û gaza suriştî ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Reqîba Twitterê vebû: Threads

Weşana paşê

Li Îngilîstanê bivirên destan yên 300 hezar salî hatin dîtin