Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Gerdeniya Morî” ya Kurdistan Mukriyanîyê derketiye

07/03/2023

Weşanxaneya Avestayê bi kurmancî û soranîyê dîwana helbestan ya Kurdistan Mukriyanîyê, “Gerdeniya Morî” weşandiye.

Tahir Agûrî helbest kirine kurmancî.

Li gor malpera Avestayê Kurdistan Mukriyanîyê gotiye:

Dema ku min dest bi hûnandina helbestan kir, ti dîwaneke jinên kurd tinebû. Tenê carinan berhemên Dr. Nesrîn Fexrî, Xurşîde Baban li ser rûpelên rojnameyan de dihatin çapkirin. Heya salên 1970yî tenê berhemên sê jinên kurd hatibûn çapkirin. Ev kêmasiya di nava berhemên kurdî de bû sedem ku ez temaya jinê ji berhemên xwe re esas bigirim û girîngiyeke mezin bidim jinê.

Heskirina min a ji helbestê gelekî taybet e. Ez ji helbestên hin helbestvanên kurd gelekî hez dikim û gelek caran ji xwe re dixwînim, lê min ti carî kopyayên wan nekişandine. Dengê min nebûye dengê mêran. Min her tim hewl daye weke jinekê deng û reng û gotinên çand û kultûra xwe bînim ziman, kultûra ku gelek caran dijî kultûra mêran e. Min hewl daye ku ji bo helbestên xwe peyvên herî nazik û delal bi kar bînim, herî baş bixemilînim û di alema helbestan a bedew de bi azadî û bêtirs tevbigerim.

Di helbestên min de ti carî jin nebûne temamkerên kar û biker, çawa ku di berhemên piraniya helbestvanên mêr de jin weke temamker û têrker hatine zanîn, eger roleke jinê hebe jî roleke negatîv e. Jin di helbestên min de biker û xwedî roleke erênî, aza, azad, xwebawer, dilovan û biryarder e.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan